Dîsakarîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
→‎Maltoz: wêneyek lê zêde kir
→‎Sukroz: wêneyek lê zêde kir.
Rêz 12:
Cehê zîldayî û cardin hatî hişkkirî wekî malt tê bi nav kirin. Malt gelek maltoz dihundirîne, loma maltoz wekî şekira maltê an jî şekira ceh jî bi nav dibe. Malt di çêkirin û meyandina bîrayê (cehav) de tê bikaranîn.
 
[[Wêne:Formation du saccharose ku.png|thumb|300px| Sukroz]]
== Sukroz ==
 
Sukroz Ji molekulek glukoz û molekulek fruktozê pêk tê. Sukroz dîsakkarîda herî şîrîn e. Şekira çay sukroz e. Sukroz ji silqê û levenê şekir tên hilberandin. [[Riwek]] şekirên ku bi [[fotosentez]]ê çê dikin, diguherînin sukrozê û bi vî awayê ji boy enbarkirinê dişînin reh û qurmên xwe.
Bi hîdrolîza sukrozê glukoz û [[fruktoz]] pêk tê. Glukoz û fruktoza ji sukrozê hatî hilberandinê, wekî şekira învert bi nav dibe. Şekira învert ji şekira çayê şîrîntîr e û biteşeya şirûbê ye.
Ji [[rûviya zirav]] a mirovan enzîma sukraz avzê dibe. Ev enzîm sukrozê hîdrolîz dike bi vî awayê glukoz û fruktoz bi hêsanî ji rûvî derbasî nav xwînê dibin.
 
== Laktoz ==