Enzîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 109:
Wekî mînak, cureyek ji bakteriyên Arke bi navê [[bakteriyên termofîlî]] di nav ava germik a bi germahiya 40 – 120 °C de dijîn. Enzîm herî baş di germahiya optîmumê de bi çalak in. Eger germahiya dorhêla enzîmê ji pileya optîmumê kêmtir be, pêşî xebata enzîm kêm dibe û çalakiya reaksiyonê hedî dibe, paşê çalakiya enzîm bi tevayî radiweste. Piraniya enzîman di dorhêlên sar da neçalak in. Serma, enerjiya kînetîka molekulan kêm dike, loma molekulên enzîmê di sermayê de nalivin û bi subtratê ve nayên girêdan. Enzîm di sermayê de kar nakin lê, xera jî nabin. Eger germahiya dorhêlê zêde bibe, enzîm dîsa çalak dibin. Ji ber vî taybetmendiya enzîman, xwarin û vexwarin dema zivistanê an jî di cihê sar de zû bi zû genî nabin. Hemû enzîm ji proteîn pêk tên.Şiklê proteînên enzîman, proteînên bi teşeya sêyemî ne. Zincîrên dirêj ên [[polîpetîd]]ê li gel [[bendên peptîdî]], bi [[bendên dîsulfîdî]], [[bendên hîdrojenî]] û bi [[bendên îyonî]] bi hev re girêdayîne. Bi gelemperî guherîna [[pH]] an jî zêdekirina germahiya dorhêlê, ji derdora proteînê dûrkirina avê an jî lê zêdekirina metalên îyonî teşeya proteînê diguherîne. Proteînên enzîmên mirovan di pileya bilintir ji ya germahiya optîmumê de hin bendên navbera zincîra xwe winda dikin, bi vî awayê şiklê proteînê diguhere. Ev guhertina teşeya proteînê wekî [[denaturasyon]] bi nav dibe.Gava proteîna enzîmê denature dibe, şiklê ruxara enzîmê jî diguhere, enzîm substratê nas nake, bi substratê ve nayê girêdan, loma enzîm reaksiyonê çalak nake. Ji xeynî bakteriyên Arke yên termofîlî, enzîmên zîndeweran bi gelemperî di pileya 50-60 °C yê de denature dibin. Enzîmên carek denature bûyî germahiya dorhêlê bizivire germahiya optîmumê jî êdî çalak nabin. Ango enzîm di germahiya bilind de bi temamî xira dibe.
 
[[Wêne:enzyme-ph ku.png|thumb|250px]]
=== pH a Dorhêlê û Leza Reaksiyonê ===