Parzûna xaneyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697143 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697144 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 46:
Veguhastina molekulan ji [[qada ron]], ber bi [[qada tîr]] ve bi xerckirina [[ATP]] wekî veguhastina çalak tê bi nav kirin. Xane bi veguhastina pasîf dikare hin molekulan ji qada tîr ber bi qada ron veguhezîne. Ji bo karên wê yên asayî, pêwistiya xaneyê bi hebûna hin molekul an jî îyonên wekî [[asîda amînî]], [[glukoz]], potasyûm, [[kalsîyum]], fosfat û hwd. heye. [[Tîrî|Tîriya]] wan molekulan di nav xaneyê de, bi gelemperî ji derdora xaneyê pirtir e, lê xane hê jî ji dorhêla xwe van molekulan digire nav sîtoplazmayê. Di vî veguhastinê de tevgera molekulan ne li gor [[veguhastina pasîf]] e. Ku veguhastina pasîf, wekî tevgera molekulan a berjêr bê hesibandin, [[veguhastina çalak]] tevgera molekulan a berjor e. Veguhastina çalak tenê di xaneyên zindî de dibe, lewma pêwistî pê ATP heye.
 
[[Wêne:Sodium-potassium pump-ku.svg|çep|400px|border|]]
 
Di vî nîgara de mekanîzmaya şixulîna pompeya Na <small>+</small> /K <big>+</big> ê tê nîşandin. Ku xaneyê bi veguhastina çalak, îyonên Na <big>+</big> ê li dorhêla xaneyê,iyonên K <big>+</big> ê jî li nav sîtoplazmayê tov dike,barê elektrîkê li derveyî xaneyê dibe pozîtîf(+) û barê kelekan sîtoplazmayê jî dibe negatîv(-). Ji bilî vê, hebûna Na <big>+</big> ê dorhêlê li gor xaneyê tîrtir dike. Ev rewş dibe sedema çêbûna gradyana elektrokîmyayî (electrochemical gradient), xane bi hêza vî gradyanê hin molekulan(wekî asîda amînî,glukoz) vediguhazine nav xaneyê. Dema îyonên Na <big>+</big> ê dizivire nav sîtoplazmayê, bi hêza herikîna Na <big>+</big> ê hin molekulên din jî dikeve xaneyê. Divê neyê ji bîr kirin ku,li vir enerjiya ATP ji boy çêbûna gradyana elektrokîmyayî tê xerc kirin. Gava li dorhêla parzûnê hêza gradyana îyonên Na <big>+</big> ê gihîşt asta herî bilind, Na <big>+</big> û hin molekulên din bi dîfuzyonê ji parzûnê derbas dibin. Ev molekulên ku bi navbeynkariya gradyana elektrokîmyayî ya Na <big>+</big> tên veguhastin,dij gradyana konsantrasyonê ya xwe tên kişandin,loma ev molekulan bi serê xwe,ango bi veguhastina pasîf naçe nav sîtoplazmayê.]]