Cudahiya di navbera guhertoyên "Enzîm" de

101 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 3 salan
Guhertoya 697121 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
(Guhertoya 697122 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir)
Etîket: Betal bike
(Guhertoya 697121 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir)
Etîket: Betal bike
== Pêkhateya Enzîman ==
Enzîm [[makromolekul]]ên taybet in. Enzîm bi piranî ji [[proteîn]] pêk tên. Erka enzîmê, katalîze kirina reaksiyonê ye. Enzîm asta enerjîya çalakkirinê ya reaksîyonê kêm dike û reaksiyonê dilezîne. Ji ber vî taybetmendiya enzîmê, dema reaksiyon pêk tê tîna hawirdorê xaneyê zêde nabe û tu xetera germahiyê li xaneyê çê nabe. Enzîm bi xwe tevî reaksiyona kîmyayî nabe, ango di destpêka reaksiyonêde mêjara enzîm çiqas be, di dawiya reaksiyone jî ew qas enzîm bêyî ku kêm be an jî biguhere ji reaksiyonê derdikeve. Reaksiyonên kîmyayî bê enzîm jî çê dibin. Lê bi enzîm reaksiyon bi dehmîlyonan qat leztir dibe. Bi kurtasî em dikarin bibêjin, di laşê mirov de reaksiyonên enzimî bi gelemperî di germahiya 35-39° C yê de bi awayek gelek lezgîn çê dibin.
[[wêne:Holo enzîm ku.png|thumb|350px|right|Enzîmên yekbûyî ji proteîn û kofaktorê pêk tê]]
 
Her çiqas hin enzîmên ji [[ARN]]yê(Asîda rîbonukleî) çêbûyî hebin jî (rîbozîm), enzîm bi gelemperî ji proteîn pêk tên. Proteînên bi şeklê [[teşaya sêyemî]] enzîman çê dikin. Proteînê enzîman [[proteînên gogî]] ne. Hîn enzîm tenê ji proteîn pêk te, ev enzîm wekî [[enzîmê sadê]] bi nav dibe. Hin enzîm jî li gel proteînê, madeyên neproteînî jî li xwe digire, ev enzîman jî wekî [[enzîmên yekbûyî]] tên bi nav kirin. Beşa neproteînî ya enzîmê wekî [[kofaktor]] bi nav dibe. Dibe ku kofaktor ji madeyên organîk an ji yên înorganîk çêbûyî be. Hesin(Fe<sup>2+</sup> ), Sifir(Cu<sup>2+</sup> ), Magnezyûm(Mg<sup>2+</sup> ), Manganez(Mn<sup>2+</sup> ), Nîkel(Ni<sup>2+</sup> ), Zink(Tûtya)(Zn<sup>2+</sup> ) û hwd. madeyên înorganîk ên kofaktorin. Eger di pêkhateya enzîmê de li gel beşa proteîn, [[vîtamîn]] an jî hin molekulên organik cih bigire, ev beşa organîk a enzîmê wekî [[koenzîm]] tê bi nav kirin. Pêwist nîn e ku koenzîmek an jî kofaktorek tenê bi yek enzîmek hevgirtî be. Wekî mînak bi sedan enzîmên curbecur koenzîma [[NADH]] ê bi kar tînin. Beşa proteînî ya enzîma yekbûyî ya bi kofaktor re negirêdayî, wekê apoenzîm bi nav dibe. Apoenzîm a bi kofaktor re girêdayî wekî holoenzîm tê bi nav kirin.
 
64

guhartin