Navikok: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697105 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697106 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 2:
Di nav [[dendikê xaneyê]]n eukaryotî de hin deverên plazmaya dendikê tîr û tarî ye, ev deverên gogî yên bêparzûn, wekî dendikok bi nav dibe(bi îngîlîzî nucleolus). Li dora dendikokê parzûn tune ye û dendikok ji dendikê cihê nîn e. Dendikok ji ADN ([[Asîda deoksîrîbonukleî]]), ARN ([[Asîda rîbonukleî]]) û proteînên di nav dendikê pêk tê. Dema [[dabeşbûna xaneyê]] di despêka [[qonaxa înterfazê]] de dendikok belav dibe û di [[qonaxa telofazê]] de cardin çê dibe û tê xuyakirinê.
 
[[Wêne:Blausen_0212_CellNucleus_ku.png|thumb|250px|Dendik û Dendikok]]
 
Dendikok navenda ji bo çêkirina [[rîbozom]]an e. Her rîbozomek ji du binebeşan pêk tê. Binebeşa gir û binebeşa piçûk. Van herdu binebêş jî di nav dendikê de li nav dendikokê tên çêkirin, paşê ji çavik(por)ên li ser parzûna(qalika)dendikê derbasê [[sîtoplazma]]yê dibin.