Mîtokondrî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Wêneyê bi navê Animal_mitochondrion_diagram_ku.svg ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697101 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 3:
Mîtokondrî enerjiyên di nav [[bendên kîmyayî]] yên molekulên organîk, diguherîne enerjiya ATP yê. Du lebatok di guherandina enerjiyê de cih digire, a yek mîtokondrî ye a din jî [[kloroplast]] in. Van herdu lebatokan jî [[cotparzûnî]] ne û xwediyê [[ADN]], [[ARN]], [[enzîm]] û [[rîbozom]]ên bi xwe ne. Matrîksa mîtokondrî dişibe sîtoplazmayê. Piraniya reaksiyonên hilmijê li vir çê dibe. Li ser parzûna hundir de enzîma ATPaz heye, dema proton ji valahiya navbera parzûnan ve ber bi matrîksê diçe ji [[ADP]], [[ATP]] çê dibe. Ji bo demeke kin Kalsîyûm di matrîksê de tê enbarkirin. Mîtokondrî dikare bi serê xwe bi [[dabeşbûna nîvekî]] dabeş bibe û mîtokondriyên nû çê bike. ADN ya xaneya mirov û ADN ya mîtokondriya heman xaneya mirov ne wek hew in. Nîvê ADN ya mirov ji dê, nîvê din ji ji aliyê bavê tê, lê ADN ya mîtokondriyê tenê ji aliyê dê(mak) tê. Ango mirov mîtokondriyên pêşîn ji hêka makê digire, mirov ji spermên bavê tu mîtokondrî nagire. Mîtokondrî û kloroplast ji lebatokan bêhtir, dişibin xaneyên xweser.
 
[[Wêne:Cell-organelles-labeled_ku.png|thumb|250px|Nîgara xaneya ajalan]]
 
Li gor teoriya endosîmbîosîs, mîtokondrî di destpêkê de xaneyek prokaryotî bû. 2 milyar sal berê niha di nav avê de tenê xaneyên prokaryotî hebûn. Hin ji wan xaneyan, xwe xweyker(ototrof) bûn hin jî hazirxwur(heterotof) bûn hin ê wan aerobî hin jî anaerobî bûn. Xaneya prokaryotî ya pêşî(bapîrî), bi xaneyên din ve xweyî dibû. Xaneya bapîrî, xaneya aerobî bi fagosîtozê dadiqurtê, lê wî di hundirê vakuola adanê de nedihine û naxwe. Xaneya bapîr bi xaneya daqurtî ve jiyana hevpar ava dike. Bi vî awayê lebatoka mîtokondrî pêk te. Ji bilî lebatokên plastîd û mîtokondrî, hemû lebatokên biparzûn, ji parzûna plazmayê çê bûyî ne.