Plastîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697098 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697099 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
Rêz 37:
 
=== Kloroplast ===
[[Wêne:Scheme_Chloroplast-ku.svg|thumb|350px| Nîgara pêkhateya kloroplastê]]
 
[[Wêne:Photosynthesis equation ku.svg|thumb|350px|Reaksiyona Fotosentezê di nav kloroplastên eukaryotan de pêk tê]]
Ji bo riwekan rengê bingehin kesk e. Di nav plastîda kloroplastê de pîgmenta bi navê klorofîl heye, klorofîl kesk e. Ev riwekên kesk rengên xwe ji klorofîlê digirin. Pel û guliyên giha û riwekên yeksalî gelek kloroplast dihundirîn in, loma van beşên riwek xwerû kesk in. Riwekên pirsalî tenê bi pel û çiqilên xwe yên yeksalî kesk in. Di xaneyên qurmê darên pirsalî de kloroplast tune ye. Hemû xaneyên riwek bikloroplast nîn in. Di xaneyên ku [[fotosentez]]ê dikin, hejmara kloroplastan bi qasî 50-100 heb in. Kloroplastên riwekan sê parzûnî ye; parzûna derve, parzûna hundir û parzûna tîlakoîdê. Kloroplast an raste rast ji proplastîd çê dibe an jî ji etîoplast çê dibe. Etîoplast jî kloroplast e, lê ew di tariye de maye û hê derneketiye roniyê. Di bin ronahiya tavê de etîoplast bi bandora hormona bi navê [[sîtokînîn]], vediguhere û dibe kloroplast. Her wisa leukoplast û kromoplast jî vediguherin kloroplasta.