Parzûna xaneyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Wêneyê bi navê Osmose_ku.svg ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Wêneyê bi navê Parzûna_xaneyê_ku.svg ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Rêz 1:
[[Wêne:Parzûna xaneyê ku.svg|thumb|350px|Pêkhateya Parzûna Xaneyê]]
 
== Dîrok ==
Du zanyarên Amerîkayî, Garth L. Nicolson û Seymour Jonathan Singer di sala 1972'yê de xebatên xwe yên li ser Parzûna xaneyê ([[parzûna plazmayê]]) di kovara science de weşandin. Li gor vê xebatê Şiklê parzûna xaneyê bi Modela Mozaîka Herikbar hate eşkere kirin. Li gor vî modelê, parzûn ji du qor fosfolîpîdan pêk tê. Di nav fosfolîpîdan da hin cureyên proteînan heye.Li aliyê derve yê xaneyê jî molekulên karbohîdrad bi proteînan, an jî bi fosfolîpîdan girêdayî ye. Ango parzûn bi binyatî ji sê cure molekulan çê bûye. Ji xeynî vana, parzûna xaneyên ajalan molekula kolêsterolê jî li xwe digire. Ji ber ku molekulên gir û hûrik bi hev re di pêkhateya parzûnê de cih digrin, parzûn dişibe mozaîkê. Molekulên parzûnê her tim cihên xwe diguherînin lewma parzûn herikbar e. Qalindiya parzûn bi qasî 7-8 nm ye. Parzûna xaneyê, sîtoplazma û lebatokan dorpêç dike bi vî awayê hemû pariyên xaneyê bi hev re dimînin û belav nabin. Ku tiştekî dikeve hundirê xaneyê an ji xaneyê derdikeve divê ji parzûnê derbas bibe. Parzûna xaneyê nîvdelînbar e. Hin tişt ji parzûn derbas dibin lê ne her tişt. Bi kurtasî parzûna xaneyê bijêr e. Ji ber ku parzûn diherike, dilive û rê nade derbasbûna hemû tiştan, parzûn wekî tiştekî zîndewer tê hesibandin.