Asîda amînî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
Wêneyê bi navê Amino_acids_ku.png ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing - |
||
Rêz 4:
Di pekhateya hemû asîdên amînî de li gel beşên hevpişk, beşek yekta jî heye ku cure ya aa dîyar dike. Di hemû asîdên amînî de karbonek navendî heye, ev karbon bi çar bendan bi molekulan ve girêdayî ye. Bendek karbonê bi hîdrojenê ve girêdayî ye, benda duyem bi koma karboksîlê, a sêyem bi koma amînê giredayî ye. Van hersê bêş di pêkhateya hemû aa de hevpişk e. Benda çaremîn a karbona navendî bi [[rêza talî]] (Koma guhêrbar) ve girêdayî ye. [[Molekul]]en rêza talî bi tîpa R tê nîşankirin. Molekulên rêza talî cureya asîda amînê dîyar dike. Loma herî kêm 20 cureyên rêza talî heye.
[[Zîndewerên ototrofî]](yên fotosentezî û yên kemosentezî) dikarin hemû cureyên asîda amînî bi serê xwe çê bikin. [[Riwek]] zindewerên otototrofî ne. Loma riwek ji hawirdora xwe madeyên înorganîk digirin û ji wan asîdên amînî jî tê de hemû pêkhatiyên organîk ava dikin. Lê [[zîndewerên heterotrofî]], wekî minak, hemû [[ajal]] divê hin cureyên asîda amînî di nav [[xurek]]ên([[adan]]) xwe de bigire.
Ji boy tenduristiya laşê, di xaneyên mirov de divê hertim herî kêm 20 cureya asîda amînî hebe. Tenê bi hebûna hemû cureyên asîda amînî xane bi têra xwe [[proteîn]], [[enzîm]] û [[hormon]]an çê dike. Ji bîst cureya asîda amînî, deh hev di [[xane]]yên mirov de, bi kar anîna molekulên wekî [[karbohîdrad]] û [[asîdên rûnê]] tên çêkirinê. Lê deh heb asîden amînî divê bi awayekî hazir wekî xurek bên girtin. Ew asîdên amînî yên di xaneyê mirov de çê nabin û bi tenê di nav adanên biproteîn ve tên girtin, wekî [[asîdên amîni yên bingehîn]] bi nav dibin. Wekî mînak, Valîn(Valîne) asîda amînî ya bingehîn e.
|