Enzîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Wêneyê bi navê Pileya_germahi.png ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Wêneyê bi navê PH_û_enzîm.png ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Rêz 105:
 
=== pH a Dorhêlê û Leza Reaksiyonê ===
 
[[Wêne:pH û enzîm.png|thumb|300px|right]]
[[Wêne:pH a optîmum.png|thumb|350px|right]]
pH yekeya pîvanê ye. Di nav [[gîrawe]] yê de mêjera îyonên Hîdrojenê bi pH ê tê pîvandin. Wateya pH bi Îngîlîzî ‘power of Hydrogen’ e, ango pH di nav gîraweyê de tîriya iyonên hîdrojenê dîyar dike. Xanxanika(cetwel) pH ji hejmarên 0-14 pêk te. Li gor vî xanxanikê hejmarên 0-6 asîdiya gîraweyê,hejmarên 8-14 jî alkaliya gîraweyê diyar dike. Gîraweyên bi pH 7 wekî gîraweyên nêtar(bêbar) bi nav dibin. Gîraweya bi pH 2 li gor a pH 5 ê hê zêdetir îyonên hîdrojenê li xwe digire, loma gîraweya pH 5 nîşana asîda qels(lewaz), pH 2 nîşana asîda hêzdar e. Eger pH a dorhêla enzîmê bên guhertin, dibe ku şiklê rûxara enzîmê jî biguhere. Îyonên hîdrojenê (H+) û yên hîdroksîlê(OH-) bi asîdên amînî re dikevin nav reaksiyonê û an bi koma amîn an jî bi koma karboksîlê ya [[asîda amînî]] ve bendên kîmyayî ava dikin. Hin caran jî îyonên hîdrojenê an jî yên hîdroksîle bi bendên iyonî yên enzîmê ve dikevin nav reaksiyonê. Ev rewş dibe sedema guherîna şiklê enzîmê. Her enzîm di gîraweya bi pH a taybet de çalak e. Guherîna pH a hawîrdor, dibe sedema denaturasyona enzîmê. Enzîmên denaturebûyî dibe ku bizîvire şiklê xwe yên çalak, lê divê pêşî pH a havîrdor ji boy enzîmê bibe optimum. Amîlaz, pepsîn û trîpsîn [[enzîmên dehandinê]] (herisandinê) ne. Adanên([[xurek]]ên) karbohîdradî bi navbeynkariya amîlazê tê dehandinê. [[Amîlaz]] di nav tûka mirov de heye. pH a tûka mirov li derdora 6,5 - 7,5 e. Devê mirov ji boy amîlazê dorhêla bi [[pH a optîmum]] e, loma amîlaz çalak e û nîşa yê di devê mirov de didehine nav molekulên hûrtir. pH a aşika (mîde) mîrov 1-2 ye. Amîlaz di vê [[pH]] de denature dibe, loma dehandina nîşa di aşikê de radiweste, ta ku adan biçe nav rûviya zirav. Pepsîn enzîma dehandinê ya proteînê ye. Ji boy pepsînê pH a herî baş 1-3 ye, loma [[proteîn]] di nav aşikê de bi navbeynkariya pepsînê,bi peşkî(qismî) tê dehandinê. Berevajkî asîdiya hêzdar a aşikê, rûviya mirov alkalî ye. pH a rûvî 7-8 e. Ji ber ku pH a rûvî ji boy pepsînê neoptîmum e, di nav rûvî de amîlaz û trîpsîn çalak in. Pepsîn di rûviyên mirov de neçalak e.