Dabeşbûna nîvekî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Wêneyê bi navê Dabeşbûna_nîvekî.png ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Copyright violation; see Commons:Licensing -
Rêz 19:
== Dabeşbûna nîvekî ya eukaryotan ==
 
 
[[wêne:Dabeşbûna nîvekî.png|thumb|300px|Eukaryotên yekxaneyî bi dabeşbûna nîvekî zêde dibin]]
 
Eukaryotiyên yekxaneyî, wekî mînak; amîb, paramesyum û euglena jî bi dabeşbûna nîvekî zêde dibin. Pêkhateya xaneyên eukaryotî ji yên bakteriyan aloztir e. [[Kromozom]]ên eukaryotan ne yek lê gelek in, kromozom di nav [[dendik]]ê da ne. Di xaneya bakterî de tenê rîbozom heye, lê xaneyen eukaryotî li gel rîbozoman hemû [[lebatok]]ên xaneyê jî li xwe digirin. Ji ber van sedeman dabeşbûna nîvekî ya eukaryotan bi gelek aliyan va dişibe mîtoza asayî. Cudahiya herî berçav, neparçebûna [[parzûna dendikê]] ye. Rîsên teşîyê an di hundirê [[dendik]]ê de çê dibin an jî di çavikên(por) parzûna dendikê de dikeve nav dendikê û kromozoman parve dike. Dabeşbûna nîvekî ya eukaryotan bi du cureyan pêk tê, dabeşbûna nîvekî ya bi berahî û dabeşbûna nivekî ya bi dirêjkî. Paramesyum bi dabeşbûna nîvekî ya berahî, euglena bi dabeşbûna nîvekî ya bi dirêjkî zêde dibin.