Şablon:GH/2018/4: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
QazîKurd (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "<noinclude>{{GH/navîgasyon|berê=2018/3|paşê=2018/5}}</noinclude> left|border|110px|Şerefxanê Bedlîsî '''Şerefname''', pirtûka dîr..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 21:46, 2 kanûna paşîn 2018

Şerefxanê Bedlîsî
Şerefxanê Bedlîsî

Şerefname, pirtûka dîrokî ya Şerefxanê Bedlîsî ye. Wekî "dîroka Kurdistanê" jî tê naskirin. Şerefxan berhema xwe bi zimanê farisî nivîsandiye, lê roja îro wergera kurdî jî heye. Şerefname ew pirtûka ku di dîroka kurdan de, cara pêşîn ew seranser li ser dîroka mîr, eşîr û xanedanên kurdan, têkiliyên wan ên bi hev re, bi gel û dewletên cîran re û şerê wan ê li gel Împeratoriya Osmanî û Îrana sefewî, zilma van her du dewletên mezin a li ser kurdan hatiye nivîsîn. Ew, her wiha behsa ziman, çand û zanyariya nav kurdan dike, zana û alimên wan ên dewra nivîskarî dide nasîn.

Şerefname ji du bergan pêk tê. Ew nusxeya pêşîn a ku Şerefxan bi destê xwe nivîsiye îro jî li Îngîltereyê li Pirtûkxaneya Bodleian a Oxfordê di bin reqema 312'yê de tescîlkirî ye. Mamosta Abdulreqîb Yûsuf kopyeyeka vê destnivîsê ji wê kitêbxaneya binavkirî daye anîn û lêkolînek li ser kiriye. Li gora agahdariyên ku ew dide, destnivîs wekî du cildan, lê bi hev re; wekî dewama hev hatiye amadekirin. Li ser vê destnivîsê -bi nivîseke ku diyar e pişt re hatiye nivîsîn- navê kitêbê wiha hatiye danîn:Şerefname Tarîxa Kurdistanê. Şeref Xan bi xwe navê Xatîme li cildê duduyan kiriye. Kitêb bi zimanê farisî hatiye nivîsîn. Şerefnameyê her zû bi zû bala xwendevan, dîroknas û dîrokhezan kişandiye. Yên ku ew bidest xistine ketine jibernivîsîna wê ya bi destxet a her du cildan jî. Bi vî awayî hê gellekî berî çapbûna wê ew di navbera zana, alim, dîroknivîs, mîr, beg, şah û paşayan de belav bûye û ketiye nav kutubxanên miletên Rojhilata-navîn. (bêhtir…)