Kobanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl
Kurteya guhartinê tine
Rêz 60:
Divêt bihêt gotin ku gellek ji toreyên şêniyê herêma Kobaniyê/Surûcê di heman demê de bi yên Êzîdiyan re hevbeş in. Zaravayên wan, lixwekirina cil û bergan û erfên zewacê û şîngirtinê ji gellek aliyan ve ji hev nêzik in.
Berê li herêmê sofîtî, terîqet û mirîdiya şêxan jî hebûn, lê bi destpêkirina sedsala 21emîn re bandora şêxan û melleyan li ser şêweya jiyana xelkê hema-hema nema.
Mişoyê Bekebûrê, Xidoyê Hindawî, Hemedê dûman û Baqî Xido ji stranbêjên herêmê yên kevn û navdar in. Yek ji berhemên devokî yên li dû Baqî Xido manî Destana dewrêşê Evdî ye, ku ji aliyê Shahînê Bekirê Soreklî ve wekî ku Baqî bi xwe gotibû hatiye nivîsandin, xwendin û li ser DVD tomarkirin. Stranbêjên din jî dê hebin ku li hinek gundan navdar bûn, çiqa berhemên wan yên tomarkiriî nebin. Berê li vê herêmê stranbêjî û hunermendî ne şanên serbilindiyê bûn, lê ev niherîn di nîvê duyemîn yê sedsala 20emîn de hat guhertin û nifşekî nû ji stranbêjan û hunermandan hanî holê, wek Baran û [[Miço Kendeş]], Reşîd û Xalid Sofî, Ehmedê Çep û yên din.
Ji ber ku perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe bû û afirandina berhemên bi kurdî dikaribû bibûya sedema girtinê, berhemên wêjeyî yên nivîskî ta nîvê duyemîn ji sedsalan 20an hindik bûn, lê ji salên 1970yan û şûn ve, bi taybetî li dû bicîhbûna jimareke ji rewşenbîran li derve, pirtûkên wêjeyî yên ji nivîskarên kobanîyî dest pê kirin derkevin. Heye ku berhemên Shahînê Bekirê Soreklî û Jan Dost serkêşiya van berhemên wêjeyî kiribin. Bi hatina salên dawiya sedsala 20emîn re jimara nivîskar, rojnamevan û hunermendên ji herêmê di zêdebûnê de bû û îroj bi dehan ji wan hene.
Bi hatina meha 10emîn ya sal 2014 re Kobanî û tevahiya gundên pê ve girêdayî hema-hema, bi encama hêrşa Da’ishê, bizdandinê, heta hêvotina revê, ji xelkê vala bûn. Mirov nema dikaribû wek civata herêmekê gotina “xelkê herêma Kobaniyê” bikira.