Jean-Paul Sartre: Ferqa di neqeba guhartoyan de

520 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 4 salan
kurteya guhartinê tune ye
No edit summary
No edit summary
[[Wêne:Jean-Paul Sartre FP.JPG|thumb|Jean-Paul Sartre]]
'''Jean-Paul Sartre''' (z. [[21'ê pûşperê]] 1905, Paris - m. [[15'ê avrêlê]] [[1980]]) [[nivîskar]] û [[fîlozof|fîlozofekî]] bi nav û deng ê [[fransî]] ye. Di [[21'ê pûşperê]] di sala [[1905]]an da li [[Parîs|Parîsê]] ji dayik bû. babê wî efserê hêzên deryayî bû û du salan piştî jidaykbûna [[Jean-Paul Sartre|Sartreî]] li [[hindûçîn]]ê, tûşî nexweşîyeka wê deverê bû û taya dijwar û giyansoj li dawîyê şemalka jiyana wî vemirand. bi vî rengî toza sêwîtîyê liser serûçavên wî rûnişt. ew li mala bapîr(babê daykê)ê xwe, ku navê wî şarl şwaîtzer bû û mamostayê zimanê elmanî bû, mezin bû. demê jiyê wî yazde sal, dayka wî careka dî şûkir û wî bi naçarî li gel dayka xwe bo bajêrê laroşl cihê xwe veguhast. li wir [[Jean-Paul Sartre|Sartreî]] xwandina xwe ya amadeyî bi dûmahîkanî û piştî bûrîna sê salan vegerya [[parîs]]ê. li sala 1924ê li zanîngeha parîsê mijûlî xwendina felsefê bû û li sala 1939ê bawernameya diktoraya felsefê bidestxweveanî. piştî bidawîhatina xwandinê li lohawir, laon û paştir li parîsê mijûlî wanegutinê li qonaxa amadeyîyê bû û berhemên mîna aşopkirin(1936), dilrabûn(1939), [[Dîwar (pirtûk)|dîwar]](1939) û teorîya hestan dane weşanê.
kurteçîroka wî ya bi navê [[Dîwar (pirtûk)|dîwar]] zêdetir ji hemû çîrokên wî bûye cihê nîqaş û vekolînan. berhemê wî yê bi navê dilrabûnê, wek binavûdengtrîn çîroka salê hate niyasîn. di wî demî da şerê duê yê cîhanî destpêkir. evî şerî gelek pirsgirêkên hizrî ji bo sartreî dane xweyakirin. destpêkê ji bo xizmetkirnê li rêveberîya keşnasîya artêşê hate daxwazkirin, piştî borîna demekê kurt, hevdem ligel pêşveçûna serkeftîyaneya elmanîyan, li havîna 1940, wek dîl(êxsîr) hate desteserkirin, lê bi zîrekî elmanî razîkirin ku wî ji ber hokarên mezacî û çavê wîyê nedirust radestî firensîyan biken. piştî vegeryana bo parîsê, gehişte rêzên tevgera bergirîya niştîmanîya firansayê. li sala 1943, dema ku di tevgera bergiryê de, ligel desteyeka dîtra hizirvanan ku di çalak bûn, herweha mijûlî weşana berhemên xwe yên felsefî bû. êkemîn şanonameya xwe hevdem ligel wan rojan bi navê "mêş" nivîsî. sehm(tirs)a wî ji dagîrkirna [[nazî]]yan, azarên gelê firansayê û metirsîyên bi egera pişikdarbûna li tevgera bergirîyê, ew di bîrûboçûnên xwe liser rewiştê mirovantîyê û azadîya helbijartinê pirbawertir lê dikir. li sala 1944ê, duyemîn şanonameya wî bi navê "derê girtî", piştî rizgarbûna firansayê j dagîrkirina nazîyan li parîsê hate nimayiş kirin. li sala 1946ê yekemîn jimareya govara "serdemê nû" weşand. sartreî di maweyê salên 1944-1948, yê serkeftî bû di weşana sê berg ji çwar bergên romanên xwe yên bihevregirêdayî bi navê "rêyên azadîyê". li sala 1946ê, şanonameya "dehmenpîsa birêz", sala paştir "cih", "edebyat çiye?", "bodlêr" û "hizirkirnên derbareyî pirsa cuhîyan", nivîsîn. di sala 1948 da, şanonameya "mirîyên bê kifin û veşartin" û herweha pirtûka felsefîya "egzîstansiyalîzm û resenayetîya mirovî", şanonameyên "destên lewitî" û "ehrîmen û xwedê" ew berhemin yên ku sartreî ta berî salên pêncîyan nivîsandin. li sala 1951 "janê pîroz", li sala paştir "kîn", ku wergirtinek(iqtîbas) bû ji berhemên [[Alexander Dumas]]î, şanonameya "nikrasof" li sala 195ê, "goşegîrên altona" li sala 1959ê, "şerê şekirê li kûbayê" ku encama sefera wî bo welatê [[kûba]]yê li salên destpêka [[şorişa kûbayê]] bû.
Jean-Paul Sartre di [[15'ê avrêlê]] sala [[1980]]an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
 
61

guhartin