kurteya guhartinê tine ye
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
[[Wêne:Jean-Paul Sartre FP.JPG|thumb|Jean-Paul Sartre]]
'''Jean-Paul Sartre''' (z. [[21'ê pûşperê]] 1905, Paris - m. [[15'ê avrêlê]] [[1980]]) [[nivîskar]] û [[fîlozof|fîlozofekî]] bi nav û deng ê [[fransî]] ye. Di [[21'ê pûşperê]] di sala [[1905]]an da li [[Parîs|Parîsê]] ji dayik bû. babê wî efserê hêzên deryayî bû û du salan piştî jidaykbûna [[Jean-Paul Sartre|Sartreî]] li [[hindûçîn]]ê, tûşî nexweşîyeka wê deverê bû û taya dijwar û giyansoj li dawîyê şemalka jiyana wî vemirand. bi vî rengî toza sêwîtîyê liser serûçavên wî rûnişt. ew li mala bapîr(babê daykê)ê xwe, ku navê wî şarl şwaîtzer bû û mamostayê zimanê elmanî bû, mezin bû. demê jiyê wî yazde sal, dayka wî careka dî şûkir û wî bi naçarî li gel dayka xwe bo bajêrê laroşl cihê xwe veguhast. li wir [[Jean-Paul Sartre|Sartreî]] xwandina xwe ya amadeyî bi dûmahîkanî û piştî bûrîna sê salan vegerya [[parîs]]ê. li sala 1924ê li zanîngeha parîsê mijûlî xwendina felsefê bû û li sala 1939ê bawernameya diktoraya felsefê bidestxweveanî. piştî bidawîhatina xwandinê li lohawir, laon û paştir li parîsê mijûlî wanegutinê li qonaxa amadeyîyê bû û berhemên mîna aşopkirin(1936), dilrabûn(1939), [[Dîwar (pirtûk)|dîwar]](1939) û teorîya hestan dane weşanê.
kurteçîroka wî ya bi navê [[Dîwar (pirtûk)|dîwar]] zêdetir ji hemû çîrokên wî bûye cihê nîqaş û vekolînan. berhemê wî yê bi navê dilrabûnê, wek binavûdengtrîn çîroka salê hate niyasîn. di wî demî da şerê duê yê cîhanî destpêkir. evî şerî gelek pirsgirêkên hizrî ji bo sartreî dane xweyakirin.
Jean-Paul Sartre di [[15'ê avrêlê]] sala [[1980]]an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
|