Enzîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
 
{{çavlêgerandin}}
[[Wêne:Activation2 updated ku.svg|thumb|350px|right|Enzîm asta enerjîya çalakkirinê ya reaksîyonê kêm dike]]
 
Rêz 108:
[[Wêne:pH û enzîm.png|thumb|300px|right]]
[[Wêne:pH a optîmum.png|thumb|350px|right]]
pH yekeya pîvanê ye. Di nav [[gîrawe]] yê de mêjera îyonên Hîdrojenê bi pH ê tê pîvandin. Wateya pH bi Îngîlîzî ‘power of Hydrogen’ e, ango pH di nav gîraweyê de tîriya iyonên hîdrojenê dîyar dike. Xanxanika(cetwel) pH ji hejmarên 0-14 pêk te. Li gor vî xanxanikê hejmarên 0-6 asîdiya gîraweyê,hejmarên 8-14 jî alkaliya gîraweyê diyar dike. Gîraweyên bi pH 7 wekî gîraweyên nêtar(bêbar) bi nav dibin. Gîraweya bi pH 2 li gor a pH 5 ê hê zêdetir îyonên hîdrojenê li xwe digire, loma gîraweya pH 5 nîşana asîda qels(lewaz), pH 2 nîşana asîda hêzdar e. Eger pH a dorhêla enzîmê bên guhertin, dibe ku şiklê rûxara enzîmê jî biguhere. Îyonên hîdrojenê (H+) û yên hîdroksîlê(OH-) bi asîdên amînî re dikevin nav reaksiyonê û an bi koma amîn an jî bi koma karboksîlê ya [[asîda amînî]] ve bendên kîmyayî ava dikin. Hin caran jî îyonên hîdrojenê an jî yên hîdroksîle bi bendên iyonî yên enzîmê ve dikevin nav reaksiyonê. Ev rewş dibe sedema guherîna şiklê enzîmê. Her enzîm di gîraweya bi pH a taybet de çalak e. Guherîna pH a hawîrdor, dibe sedema denaturasyona enzîmê. Enzîmên denaturebûyî dibe ku bizîvire şiklê xwe yên çalak, lê divê pêşî pH a havîrdor ji boy enzîmê bibe optimum. Amîlaz, pepsîn û trîpsîn [[enzîmên dehandinê]] (herisandinê) ne. Adanên([[xurek]]ên) karbohîdradî bi navbeynkariya amîlazê tê dehandinê. [[Amîlaz]] di nav tûka mirov de heye. pH a tûka mirov li derdora 6,5 - 7,5 e. Devê mirov ji boy amîlazê dorhêla bi [[pH a optîmum]] e, loma amîlaz çalak e û nîşa yê di devê mirov de didehine nav molekulên hûrtir. pH a aşika (mîde) mîrov 1-2 ye. Amîlaz di vê [[pH]] de denature dibe, loma dehandina nîşa di aşikê de radiweste, ta ku adan biçe nav rûviya zirav. Pepsîn enzîma dehandinê ya proteînê ye. Ji boy pepsînê pH a herî baş 1-3 ye, loma [[proteîn]] di nav aşikê de bi navbeynkariya pepsînê,bi peşkî(qismî) tê dehandinê. Berevajkî asîdiya hêzdar a aşikê, rûviya mirov alkalî ye. pH a rûvî 7-8 e. Ji ber ku pH a rûvî ji boy pepsînê neoptîmum e, di nav rûvî de amîlaz û trîpsîn çalak in. Pepsîn di rûviyên mirov de neçalak e.
pH a nav rûvî ji aliyê xwê yên ziravê yên kezebê û îyonên bîkarbonatî yên pankreasê , tê hevseng kirin.
 
=== Bandora Avê Ya Li Ser Çalakiya Enzîman ===
Hema bigre,hemû enzîm ji bo çalakkirina reaksiyonê pêdivî bi avê dikin. Di reaksiyonên hîdrolîzî de av wekî substrat tê bikaranîn, wekî mînak, sukroz(şekirê çayê) karbohîdrada dîsakkarîdî ye. Sukroz bi çalakiya enzîma sukrazê didehîne, ji sukroza dîsakkarîdê, glukoz û fruktoza [[monosakkrîd]] çê dibe. Sukraz [[benda glîkozîdî]] ya navbera glukoz û fruktozê diqetîne û hîdrojen û hîdroksîla ji perçebûyina molekûla avê çêbûyî ne, bi herdu monosakkarîdan ve girê dide. Eger di qada vî reaksiyonê de av tune ba, vê gavê sukroz ne dihat dehandinê. Enzîm di nav avê de dibihujin(dihelin) û bi serbestî li der dor digerin, bi vî awayê şansê li hev qelibîna enzîm û substratê zêde dibe.Di pêkhateya enzîm de hin beşên hîdrofobî([[dijav]]) û hîdrofîlî([[avxwaz]]) hene, beşa hîdrofobî ya enzîmê xwe ji avê dûr dixe, beşa hîdrofîlî ya enzîmê jî, xwe nêzî avê dike. Loma enzîm di nav avê de şeklê xwe diguherîne.
Tînîgirî(kapasîteya tîn girtinê) ya avê zêde ye, av guherîna germahiya hawirdorê teraz dike û rê dide enzîman da ku di nav germahiya optimum de kar bikin. Bi vî awayê, enzîm li hawirdorek aram, bandor ji guherîna germahiya hawirdorê nagire û çalaktir dibe. Li gelek deverên Kurdistanê,Kurd dema havînê hin xurekan[[xurek]]an li ber tavê hişk dikin û ji boy rojên zivistanê enbar dikin. Îsot, masî, goşt, firingî(bacanê sor), bacanê reş, bastêq, mewij, tu,hejîr çortan hin ji zadên hişkkirî ne. Ji ber kêmasiya avê, di nav van xurekan da tu bakterî an jî kufik çê nabin. Eger hin bakterî xwe li ser xurekên hişkkirî bigirin jî, enzîmên bakterî ji ber tunebûna (kemasiya) avê çalak nabê, loma bakterî li ser xurek zêde nabin û tehma xurek naguhere û xurek genî nabe.
 
=== Li Ser Çalakiya Enzîman Bandora Madeyen Înhîbîtor û Aktîvator ===
[[Wêne:Comp_inhib_ku.svg|thumb|350px|right]]
Ji boy kontrolkirina leza metabolîzmaya xwe, divê çalakiya enzîma zîndewerê di bin kontrola zîndewer de be.
Zîndewer bi sê awayê çalakiya enzîman dike bin kontrolê;
 
Rêz 132:
 
Aktîvator(çalakker) molekulên taybet in,aktîvator jî wekî înhîbîtoran bandor li ser leza reaksiyonê dikin. Berevaji inhîbîtoran, aktîvatorên enzîman, leza reaksiyonên enzîmî zêdetir dikin. Îyon,molekulên hûrik yên organîk, proteîn û lîpîd hin ji cureyên aktîvatoran in. Îyonên wekî K<sup>+</sup>, Mg<sup>+2</sup>, Zn<sup>+2</sup>, Fe<sup>+2</sup>, Ca<sup>+2</sup> ,Co<sup>+2</sup> û Cl<sup>-</sup>, Br<sup>-</sup>, F<sup>-</sup> aktîvatorên gelemperî ne. Aktîvator bi çendek aweyan bandor li ser reaksiyonan dike. Piraniya aktîvator xwe li ruxara allosterî ya enzîmê girê didin û bi vî awayê wekî aktîvatorên allosterî bi nav dibin. Aktîvatorên allosterî rûxara çalak a enzîmê hin çalaktir dikin. Hin aktîvator girêdana substarat û enzîmê hêsantir dike.
Hin aktîvator inhîbîtoran ji [[ruxara çalak]] a enzîmê dûr dixin.Wekî mînak jehra[[jehr]]a kêzik, pîrik û maran înhîbîtor e, xwe li ser rûxara enzîmê girê dide rê nade reaksiyonê. Li hember van jehran, dermanên dijî jehr( jehrkuj,dijehr)tên bi kar anîn. Jehrkuj, jehrê ji rûxara çalak a enzîmê dûr dixe, bi vî awayê erka aktîvatoriyê bi cîh tîne.
 
=== Di Jîyana Rojene De Bikaranîna Enzîman ===
Rêz 156:
[[Kategorî:Enzîm]]
[[Kategorî:Katalîz]]
(Biyolojiya Bi Kurdî 09:03, 8 kewçêr 2017 (UTC))