Wêje: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 4:
Edebiyat bêyî maneya her tiştên ku hatine nivisin jî, ji hinek tiştên nenivisî re jî edebiyat tên gotin. Mîna kilamên kurdî yên bi devkî, destan û hwd. Deqên/tekstên nivisîn û nenivisîn ên hunerî berhemên edebî ne. Di vê dema me de êdî nivisandin pir hêsan e. Loma ji bo parastina berhemek edebî nivisandin bûye tiştek zerûrî. Niviskar bi herfan nêrîn, hest û xeyalên xwe bi awayek hunerî dineqişîne û digihîne xwendewanan. Her niviskar berhemên xwe bi zimanekî dinivîse, pir caran jî bi zimanê xwe yê zikmakî.
 
== Mijara wêjeyeêwêjeyê ==
 
Wêje tekilîya wê her tiştî û her bûyerê re he ye. Mijara edebiyatê însan û jîyan e. Wêjê her dem dixwaze ku tenêtîya însan, tengasîyên wî, evînên wî, kederên wî, nefretên wî, hemû heste û xeyalên wî; ango însan ji însan re salix bide û pê bide nasandin. Tu ferqîyê nake di navbera gel û mirovan. Alîyên wan ên baş û nebaş, rind û xirab, rast û şaş; bi her alî ve duxwaze ku derxe holê. Edebiyat dike ku hevparîya qedra ruhên însanan îzah bike, ji hev bide naskirin û bide berhev, ji wan re bibe neynik. Bi vê xisletê xwe edebiyat gerdûnî ye.