Xane: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 39:
 
=== Xaneya Prokaryotî ===
 
[[Wêne:Plant cell structure ku.svg|thumb|Xaneya Eukaryotî]]
Hemû bakterî û arkebakteriyan xwediyê xaneya prokaryotî ne. Di zimanê Greek de wateya pro, pêşî, wateya karyon ji dendik e. Xaneya bê dendik wek prokaryotî tê bi nav kirin. Zîndewerên bi xaneya prokaryotî, yekxaneyî ne. Ango tu zîndewerên [[pirxaneyî]], prokaryotî nîn in. Di xaneyên prokaryotî da xeynî [[rîbozom]] tu lebatok tune ye. Reaksiyonên biyokîmyayî di nav sîtoplazmayê de çê dibin. Ji ber ku xaneyên prokaryotî bê dendik in, asîdên nukleî, ADN û [[ARN]] li nav sîtoplazmayê de cih digirin. Xaneyên prokaryotî ji ên eukaryotiyan piçûktir in.
 
=== Xaneya Eukaryotî ===
[[Wêne:Plant cell structure ku.svg|thumb|350px|Xaneya Eukaryotî]]
 
Zîndeweren ji Cîhana Protîstan,cîhana Fungusan,Cîhana Riwekan û Cîhana Ajalan, hemû eukaryotî ne. Di xaneyên Eukaryotî de dendik heye û lebatok bi parzûn dorpêç kirî di nav sîtoplazmayê de cih digrin.Hemû ajal û riwek pirxaneyî ne û xaneyên wan xaneyên eukaryotî ne. Hin endamên Cîhana Protîstan yekxaneyî ne. Wek mînak amîp, euglena û paramesyûm. Lê hinek endamên Protîstan pirxaneyî ne. Wek mînak kevzên avê û koloniya volvoxê.
Hinek cureyên fungusan yekxaneyî ne, lê piraniya wan pirxaneyî ne. Fungusê kufik, fungusê meya, fungusê jengê yekxaneyî ne. Karok(qarçik) ên bi kumik pirxaneyî ne.