Xane: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 5:
 
== Dîroka Kifşa Xaneyê ==
[[Wêne:Hooke Microscope-03000276-FIG-4.jpg|thumb|150px|Mîkoskoba Robert Hook]]
Zanyarê Birîtanî [[Robert Hook]] di sala 1665an, cara ewilî ji bo xane terma cell bi kar anî. Cell bi Îngîlîzî tê wateya malik an ji odeya biçûk. Her çiqas Robert Hook tiştên di bin mîkroskobê dîtibû wekî xane(cell) bi nav kiribû jî, a rast ew ne xane bûn,lê çavikên vala bûn. Ji ber ku xaneyên Hook ne zindî bûn, Hook tenê dîwarên xaneyan ku ji [[seluloz]]ê çê bûyî dîtibû.
[[Antonie van Leeuwenhoek]] (1632–1723) zanyarek Holandî bû. Ê ku car a yekemîn hebûna [[bakterî]] û zîndewerên hûrik û [[yekxane]]yî bi mîkroskobê dîtiye Leeuwenhoek e. Ev zanyar bi qasî 500 heb mîkroskob çê kir. Mîkroskobên wî, tiştan bi qandî 250 caran mezintir dikir. Di dîroka Zîndewerzanî (Biyolojî) de mîkrobiyologê pêşîn Leeuwenhoek e. Xebatên wî di pirtûka bi navê ajalokan (animalcules) hatibû weşandin.