Asîda amînî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[wêneWêne:AminoAcidball ku.svg|thumb|250px]]
'''Asîda amînî'''(aa) an jî '''tirşiya amînî''' yekeya(monomer) proteînan ê. Terma ''asîda amînî'' ji navê du koman pêk tê ,koma amîno û koma asîda karboksîlê. Van her du kom jî di pêkhateya asîda amînî de cih digirin. Di xane û şaneyên zîndeweran de 21 cureya asîda amînî(aa) heye. Li gor hejmar,cure û rêza asîdên amînî yên polîpeptîdê, proteînên curbecur çê dibin. Bi gelemperî di lîteraturê de 20 asîdên amînî bi nav dikin, lê bi rastî di sedsala 21an pişti peyda kirina asîda amînî ya bi navê seleonosîstîn (selenocysteine) di nav xaneyên eukaryotî de hejmara aa gihîşt 21an. Lê emê li vir li gor lîteratura belave li ser 20 asîdên amînî bisekinin.
[[wêne:AminoAcidball ku.svg|thumb|250px]]
 
Di pekhateya hemû asîdên amînî de li gel beşên hevpişk, beşek yekta jî heye ku cure ya aa dîyar dike. Di hemû asîdên amînî de karbonek navendî heye, ev karbon bi çar bendan bi molekulan ve girêdayî ye. Bendek karbonê bi hîdrojenê ve girêdayî ye, benda duyem bi koma karboksîlê, a sêyem bi koma amînê giredayî ye. Van hersê bêş di pêkhateya hemû aa de hevpişk e. Benda çaremîn a karbona navendî bi [[rêza talî]] (Koma guhêrbar) ve girêdayî ye. [[Molekul]]en rêza talî bi tîpa R tê nîşankirin. Molekulên rêza talî cureya asîda amînê dîyar dike. Loma herî kêm 20 cureyên rêza talî heye.