Enzîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 4:
 
== Enzîm û Enerjiya Aktîvasyonê ==
Di nav xaneyên mirov de her roj bi sedan reaksîyonên biyokîmyayî rû dide. Xane bi saya ev reaksiyonan, hemû pêwistiyên jiyanê bi cih tîne. Peydakirina [[ATP]], duhendebûna [[ADN]], [[dabeşînadabeşbûna xaneyê]], çêkirina [[lebatok]]an, çêkirin an jî herisandina makromolekulan û hwd. hemû bi reaksiyonên kîmyayayî yên xaneyê tên pêkanîn. Ji boy her reaksiyonê pêdivî bi enerjiyê heye.
Bingeha reaksiyonên kîmyayî, an çêkirin an jî qetandina bendên navbera molekulan e. Wekî mînak [[laktoz]] [[dîsakkarîd]] e, ji boy hîdrolîza laktozê li gel benda navbera molekula avê, divê benda navbera [[glukoz]] û [[galaktoz]]ê jî bên qetandin. Laktoz bi serê xwe molekulek [[xweragir]] e. Molekulên xweragir tevî reaksiyonan nabin. Eger xweragiriya molekulê bên xerakirin, wê molekul bibe molekula [[xwenegir]] , tenê bi vê gavê reaksiyona kîmyayî dest pê dike. Wekî mînak;eger şekir(glukoz) di nav [[lûleya ezmûnê]] de bên şewitandin, ango bi oksîjenê têkeve reaksiyonê ,dawiya dawî li gel [[tîn]]ê, karbondîoksîd û av jî çê dibe. Ji ber tînê, germahî jî zêde dibe. Şekir bi tena serê xwe naşewite, divê li gel hebûna oksîjenê germahiya hawirdor jî bi qasê 150°C be, loma ji bo şewitandina şekir, divê pêşî lûleya ezmûnê bên germkirin. Dema germahiya şekir gihîşt 150°C yê şewitandina şekir jî dest pê dike. Ango ji boy şekir bikeve reaksiyonê, pêdivî bi [[enerjiya tînê]] heye. Şekir bi vî enerjiyê çalak dibe û dikeve reaksiyonê. Glukoz di nav xaneyên mirov de jî tê şewitandinê (hilmij) bi vî awayê ji enerjiya glukozê ATP tê çêkirin. Lê divê dema şewitandina glukozê germahiya xaneyê jî 37-39 °C yê zêdetir nebe. Na eger germahiya xaneyê zêdetir bibe, vê gavê xane dimire. Gelo molekulên şekir di germahiyekê wisa kêm de çawa çalak dibin û xwenegir dibin? Bê guman tenê bersîvek vê pirsê heye, ew jî bikaranîna enzîm e.