Cudahiya di navbera guhertoyên "Xane" de

98 bayt hatine jêbirin ,  berî 2 salan
kurteya guherandinê tune ye
Ev pêkhate li [[Bakurê Kurdîstan]]ê wekî [[şane]] bi nav dibe,lê li Başûr terma şane ji bo koma xane(tavînek,tissue) tê bi kar anîn. Ango şane gelek xaneyan li xwe digre.Ji ber ku bi salan e di dibistanên Başûr de ji boy 'cell' terma xane tê bikar anîn û ji boy tavînek jî terma şane tên bikaranîn ,a baş ewe ku Kurdên Bakur jî terma xaneyê bikar bîne.
[[ Xane]] yekeya bingehîn a zîndewer e. Ango tiştekî [[zîndewer]] be, herî kêm xwediyê xaneyek e. Ji ber ku piraniya xaneyan pir piçûk in, bi çavê tazî nayên dîtin. Ji bo dîtina xaneyan [[mîkroskob]] tên şixulandinê. Jixwe mirovahî jî, piştê çêkirin û xebitandina mîkroskobê ji hebûna xaneyê hayîdar bû.
 
[[Wêne:Hooke Microscope-03000276-FIG-4.jpg|250px|thumb|Mîkoskoba Robert Hook]]
 
== Dîroka Kifşa Xaneyê ==
 
Ji ser xebatên Robert Hook û Antonie van Leeuwenhoek nêzik ê 200 salan paşê, Riweknas (Zanyarê Botanîk)ê Alman, Mathias Jakob Schleiden(1804-1881) di sala 1838e de daxuyand ku hemû [[riwek]] ji xaneyan pêk tê. Salek bi şûn de,sala 1839an de Zanyarê Alman,Theodor Schwann (1810-1882) ragihand ku hemû ajal ji xaneyan çê bû ne.Her ku zanînên der barê xaneyê zêde bûn zanyaran [[Teoriya Xaneyê]] derpêş kirin. Di serî de ev teorî ji 4 bendan pêk dihat. Lê gava ku derheqê xaneyê de sal bi sal zanînên nû kombûn,Teoriya Xaneyê jî guherî û hîn bendên nû lê hatin zêdekirin.
 
[[wêne:RobertHookeMicrographia1665.jpg|thumb|250px|Zanyarê Birîtanî Robert Hook di sala 1665an, cara ewilî ji bo xane terma "cell" bi kar anî]]
'''<big>''Ji boy wêneyan bitikîne''</big>.'''
 
[https://drive.google.com/open?id=0Bzsfm3UK07LzVFdpam8zY0tLSGc]
 
[https://drive.google.com/open?id=0Bzsfm3UK07LzWW9CakZnTVJ4ZTg]
 
 
Hemû bakterî û arkebakteriyan xwediyê xaneya prokaryotî ne. Di zimanê Greek de wateya pro, pêşî, wateya karyon ji dendik e. Xaneya bê dendik wek prokaryotî tê bi nav kirin. Zîndewerên bi xaneya prokaryotî, yekxaneyî ne. Ango tu zîndewerên [[pirxaneyî]], prokaryotî nîn in. Di xaneyên prokaryotî da xeynî [[rîbozom]] tu lebatok tune ye. Reaksiyonên biyokîmyayî di nav sîtoplazmayê de çê dibin. Ji ber ku xaneyên prokaryotî bê dendik in, asîdên nukleî, ADN û [[ARN]] li nav sîtoplazmayê de cih digirin. Xaneyên prokaryotî ji ên eukaryotiyan piçûktir in.
 
'''<big>''Ji boy wêneya Xaneya prokaryotî lînkê bitikîne''</big>.'''
 
[https://drive.google.com/file/d/0Bzsfm3UK07LzWDgyQU9CV2hWWE0/view?usp=sharing]
 
=== Xaneya Eukaryotî ===
1116

guherandin