Enzîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 4:
== ENZÎM Û ENERJIYA AKTIVASYONÊ ==
Di nav xaneyên mirov de her roj bi sedan reaksîyonên biyokîmyayî rû dide. Xane bi saya ev reaksiyonan, hemû pêwistiyên jiyanê bi cih tîne. Peydakirina [[ATP]], duhendebûna [[ADN]], [[dabeşîna xaneyê]], çêkirina
Bingeha reaksiyonên kîmyayî, an çêkirin an jî qetandina bendên navbera molekulan e. Wekî mînak [[laktoz]] [[dîsakkarîd]] e, ji boy hîdrolîza laktozê li gel benda navbera molekula avê, divê benda navbera [[glukoz]] û
Enerjiya herî kêm a ji bo çalak kirina molekulan wekî enerjiya çalakkirinê an jî [[Enerjiya Aktîvasyonê]] (EA) bi nav dibe. Ji ber astengiya enerjiya aktîvasyonê, reakaksiyonên kîmyayî zû bi zû dest pê nakin. Divê di pêşî de enerjiya aktivasyonê bê peydakirin.
== PÊKHATEYA ENZÎMAN ==
Enzîm
[[wêne:Holo enzîm ku.png|thumb|350px|right|Enzîmên yekbûyî ji proteîn û kofaktorê pêk tê]]
Her çiqas hin enzîmên ji
== TAYBETMENDIYA ENZÎMAN ==
Rêz 19:
Her enzîmek tenê li ser reaksiyonek an jî madeyek bi bandor e. Ji boy enzîm li ser reaksiyonê bandor bike, divê navbera rûxara enzîmê û a madeyên di reaksiyone de lihevhatîbûn hebe.
Madeya(daring) ku di reaksiyonê de di bandora enzîmê de dimîne wekî [[substrat]] tê bi nav kirin. Dibe ku substrat yek an jî pirtir cure be .Wekî mînak, [[nîşa]] substarda enzîma
Gelemperiya enzîmên herisandinê([[dehandinê]]) bi dualî kar dikin. Wekî mînak hem [[hîdrolîz]] hem jî di [[dehîdrasyona]] laktozê de heman enzîm, enzîma [[lakaz]] kar dike.
[[Wêne:Lactose hydrolysis ku.svg|thumb|350px|left|Enzîmên dehandinê bi dualî kar dikin|]]
Rêz 46:
| Laktaz|| laktozê didehîne û jê glukoz û galaktoz çê dike.
|-
| [[Sukraz]] || Bi dehandina
|-
|[[Maltaz]] || Dîsakkarîda bi navê [[maltozê]] didehîne glukozê.
|-
| [[Proteaz]] || Proteînên di nav goşt, hêk, û penêrê diherisîne.
|-
| [[Lîpaz]]||
|-
| [[Amîlaz]] || Nîşayê didehîne(nişa ji [[amiloz]] û
|-
| [[Deoksîrîbonukleaz]] || Asîda deoksîrîbonukleî([[ADN]])yê didehîne.
|}
Rêz 63:
{| class="wikitable"
|-
! Navê [[Enzîma Pasîf]] !! Navê Enzîma Çalak !! Erka Enzîmê
|-
| [[Pepsînojen]] || [[Pepsîn]] || proteînan didehîne.
|-
| [[Trîpsînojen]] || [[Trîpsîn]] || proteînan didehîne.
|-
| [[Kîmotrîpsînojen]] || [[Kîmotrîpsîn]] || proteînan didehîne.
|}
Rêz 83:
Di der barê li hevkirina enzîm û substratê de du teorî heye. Bi Îngîlîzî navê teoriya yekem modela ‘lock and key’,a duyem jî wekî modela ‘induced fit’ tê bi nav kirin.
[[wêne:DOM Security Lock and Key.JPG|thumb|250px|right| Li gor vî teoriyê, enzîm dişibe kocê û substrat ji dişibe kilîdê]]
=== Modela koc û kilîd ([[Lock and key]]) ===
Ev model ji aliyê zanyarê Alman Emil Fischer(Emîl Fîşer) ve di sala 1894 de hatiye pêşniyarkirin. Li gor vî teoriyê rûxarên enzîm û substartê wekî mîna koc û kîlîd li hev tên. Li gor teoriyê, enzîm dişibe kocê û substrat ji dişibe kilîdê. Mezinahî, firehî, qalindî,dirêjî û rûxarê kilîdê li gor kocê be wê gavê koc vedibe. Ango tenê kilîda(substrata) li gor rûxara kocê(rûxara çalak a eznzîmê) li hev tên.
[[wêne:Lock and key enzyme mechanism.svg|100px]]
=== Modela
[[Wêne:Induced fit diagram ku.svg|thumb|350px]]
Ji aliyê zanyarê Amerîkayî Daniel Koshland (Denyil Koşlind) ve di sala 1958ê hatiye pêşniyarkirinê. Li gor vî teoriyê, rûxara çalak a enzîmê ne req e lê [[qaîşokî]] ye. Dema substrat xwe bi rûxara enzîmê ve girê dide şiklê enzîm di serî de tam ne li gor rûxara substratê ye. Rûxara enzîmê xwe li gor substratê diguherîne. Paşê enzîm substartê dorpêç dike digire nav xwe. Bi van gavan şûnde reaksiyon dest pê dike. Zanyrên Bîyolojî û yên Kîmyayê, van salên dawî Modela ‘Induced fit’ê ji modela ‘Lock and key’ê pirtir dipejirînin.
== HIN HOKARÊN KU LI SER XEBATA ENZÎMAN BIBANDOR IN ==
Rêz 124:
[[Wêne:pileya germahi.png|thumb|400px|right]]
Ji boy berdewamiya reaksiyonê, divê enzîm û substrat li hev biqelibin û navbera wan da [[bendên kîmyayî]] yên qels ava bibe. Enerjiya tînê bandor li ser [[enerjiya kînetîk]] a molekulan dike. Eger tîna dorhêla reaksiyonê bên zêdekirin, germahiya dorhêlê jî zêde dibe. Gava germahiya qada reaksiyonê zêde dibe, îcar enerjiya kînetîk a molekulan jî zêde dibe. Molekul bi saya vî enerjiyê li dorhêla reaksiyonê bi leztir tevdigerin û li hev diqelibin.
Di laşê ajalên [[xwîngerm]]( [[balînde]] û [[guhandar]]) de enzîm di germahiya 35-40°C de herî baş bi çalak in. Ev asta germahiyê ji boy enzîman wekî [[germahiya optîmum]] tê bi nav kirin. Ji boy hemû zîndeweran germahiya optîmum ne yeksan e.
Wekî mînak, cureyek ji bakteriyên Arke bi navê [[bakteriyên termofîlî]] di nav ava germik a bi germahiya 40 – 120 °C de dijîn. Enzîm herî baş di germahiya optîmumê de bi çalak in. Eger germahiya dorhêla enzîmê ji pileya optîmumê kêmtir be, pêşî xebata enzîm kêm dibe û çalakiya reaksiyonê hedî dibe, paşê çalakiya enzîm bi tevayî radiweste. Piraniya enzîman di dorhêlên sar da neçalak in. Serma, enerjiya kînetîka molekulan kêm dike, loma molekulên enzîmê di sermayê de nalivin û bi subtratê ve nayên girêdan. Enzîm di sermayê de kar nakin lê, xera jî nabin. Eger germahiya dorhêlê zêde bibe, enzîm dîsa çalak dibin. Ji ber vî taybetmendiya enzîman, xwarin û vexwarin dema zivistanê an jî di cihê sar de zû bi zû genî nabin.
Rêz 133:
[[Wêne:pH û enzîm.png|thumb|300px|right]]
[[Wêne:pH a optîmum.png|thumb|350px|right]]
pH yekeya pîvanê ye. Di nav [[gîrawe]] yê de mêjera îyonên Hîdrojenê bi pH ê tê pîvandin. Wateya pH bi Îngîlîzî ‘power of Hydrogen’ e, ango pH di nav gîraweyê de tîriya iyonên hîdrojenê dîyar dike. Xanxanika(cetwel) pH ji hejmarên 0-14 pêk te. Li gor vî xanxanikê hejmarên 0-6 asîdiya gîraweyê,hejmarên 8-14 jî alkaliya gîraweyê diyar dike. Gîraweyên bi pH 7 wekî gîraweyên nêtar(bêbar) bi nav dibin. Gîraweya bi pH 2 li gor a pH 5 ê hê zêdetir îyonên hîdrojenê li xwe digire, loma gîraweya pH 5 nîşana asîda qels(lewaz), pH 2 nîşana asîda hêzdar e. Eger pH a dorhêla enzîmê bên guhertin, dibe ku şiklê rûxara enzîmê jî biguhere. Îyonên hîdrojenê (H+) û yên hîdroksîlê(OH-) bi asîdên amînî re dikevin nav reaksiyonê û an bi koma amîn an jî bi koma karboksîlê ya asîda amînî ve bendên kîmyayî ava dikin. Hin caran jî îyonên hîdrojenê an jî yên hîdroksîle bi bendên iyonî yên enzîmê ve dikevin nav reaksiyonê. Ev rewş dibe sedema guherîna şiklê enzîmê. Her enzîm di gîraweya bi pH a taybet de çalak e. Guherîna pH a hawîrdor, dibe sedema denaturasyona enzîmê. Enzîmên denaturebûyî dibe ku bizîvire şiklê xwe yên çalak, lê divê pêşî pH a havîrdor ji boy enzîmê bibe optimum. Amîlaz, pepsîn û trîpsîn [[enzîmên dehandinê]] (herisandinê) ne. Adanên(
pH a nav rûvî ji aliyê xwê yên ziravê yên kezebê û îyonên bîkarbonatî yên pankreasê , tê hevseng kirin.
=== Bandora Avê ya Li Ser Çalakiya Enzîman ===
Hema bigre,hemû enzîm ji bo çalakkirina reaksiyonê pêdivî bi avê dikin. Di reaksiyonên hîdrolîzî de av wekî substrat tê bikaranîn, wekî mînak, sukroz(şekirê çayê) karbohîdrada dîsakkarîdî ye. Sukroz bi çalakiya enzîma sukrazê
Tînîgirî(kapasîteya tîn girtinê) ya avê zêde ye, av guherîna germahiya hawirdorê teraz dike û rê dide enzîman da ku di nav germahiya optimum de kar bikin. Bi vî awayê, enzîm li hawirdorek aram, bandor ji guherîna germahiya hawirdorê nagire û çalaktir dibe. Li gelek deverên Kurdistanê,Kurd dema havînê hin xurekan li ber tavê hişk dikin û ji boy rojên zivistanê enbar dikin. Îsot, masî, goşt,
Rêz 153:
-Hêza katalîzkirinê ya molekulên enzîman eyar dike.
Hin molekul wekî molekulên eyarker(regulator) tên bi nav kirin. Molekulên leza çalakiya enzîmê zêde dikin, wekî [[aktîvator]](çalakker) ,ên leza çalakiya enzîmê kêm dikin jî wekî [[înhîbîtor]](nehêldar) tên bi nav kirin. Leza çalakiya reaksiyonên enzîmî bi çalakiya înhîbîtor û aktîvatoran tên eyar kirin. Guherîna germahiyê û pHê jî wekî înhîbîtor bandor li ser enzîman dike, lê ev guherîna hawirdor ji boy gelemperîya enzîman heman bandorê dike û ji boy cureyek enzîm taybet nîn e. Bi zêdebûna germahiyê an jî pHê ya reaksiyonê, pêşî çalakiya enzîm kêm dibe, paşê enzîm denature dibe loma reaksiyon bê enzîm dimîne.
[[Wêne:Allosteric_competitive_inhibition_3_ku.svg|thumb|350px|right]]
Piraniya Înhîbîtor û aktîvator xwe bi rûxara enzîmê ve girê didin û bandor li ser çalakiya enzîmê dikin.
Eger înhîbîtor an jî aktîvator xwe li ser rûxara çalak a enzîmê girê bide, ev rewş wekî înhîbîtora kompetetîv,an jî aktîvatora kompetetîv tê bi nav kirin. Wateya ‘kompetetîv’ hevrikîdar e. Navbera înhîbîtor û substratê de hevrikî(pêşbazî) heye ku, kî di peşî de xwe li rûxarê enzîmê ve girê bide. Lê eger înhîbîtor an jî aktîvator ne li ser rûxara çalak lê li ser aliyek din a ruxara enzîmê re xwe girê bidin, vê gavê ev molekulan vekî [[înhîbîtorên allosterî]], an jî aktîvatorên allosterî bi nav dibin.‘Allosteric’ ji zimanê Yewnanî ji allos (a din) û stereos (req,cîsm) çê bûye. Ango wateya allosterî aliyê rûxara enzîmê ya ne çalak e.
Aktîvator(çalakker) molekulên taybet in,aktîvator jî wekî înhîbîtoran bandor li ser leza reaksiyonê dikin. Berevaji inhîbîtoran, aktîvatorên enzîman, leza reaksiyonên enzîmî zêdetir dikin. Îyon,molekulên hûrik yên organîk, proteîn û lîpîd hin ji cureyên aktîvatoran in. Îyonên wekî K<sup>+</sup>, Mg<sup>+2</sup>, Zn<sup>+2</sup>, Fe<sup>+2</sup>, Ca<sup>+2</sup> ,Co<sup>+2</sup> û Cl<sup>-</sup>, Br<sup>-</sup>, F<sup>-</sup> aktîvatorên gelemperî ne. Aktîvator bi çendek aweyan bandor li ser reaksiyonan dike. Piraniya aktîvator xwe li ruxara allosterî ya enzîmê girê didin û bi vî awayê wekî aktîvatorên allosterî bi nav dibin. Aktîvatorên allosterî rûxara çalak a enzîmê hin çalaktir dikin. Hin aktîvator girêdana substarat û enzîmê hêsantir dike.
Hin aktîvator inhîbîtoran ji ruxara çalak a enzîmê dûr dixin.Wekî mînak jehra kêzik, pîrik û maran înhîbîtor e, xwe li ser rûxara enzîmê girê dide rê nade reaksiyonê. Li hember van jehran, dermanên dijî jehr( jehrkuj,dijehr)tên bi kar anîn. Jehrkuj, jehrê ji rûxara çalak a enzîmê dûr dixe, bi vî awayê erka aktîvatoriyê bi cîh tîne.
=== Di jîyana rojene de bikaranîna enzîman ===
Enzîm di nav xaneyên zîndeweran de tê çêkirin, lê li dervayê xaneyê jî reaksiyonan çalak dike. Enzîm ji xaneyên [[riwek]],ajal an jî ji bakterî û qarçik(kuvark) tên tovkirin. Bi taybetî di warê pîşesaziyê de bi meyandina bakterî û qarçik gelek enzîm tên bi dest xistin. Enzîm ji boy karê pîşesaziyê û karê zanistiyê wekî [[katalîzor]] tên bi kar anîn. Di pîşesaziyêde bikaranîna enzîman, wekî teknolojiya enzîman bi nav dibe.
-Enzîmên ADNyê(DNAaz),enzîmên ARNyê(RNAaz),ADN polîmeraz, ARN polîmeraz, ADN lîgaz û enzîma Rîvêrs transkrîptaz ji boy xebatên li ser Bîyolojiya Molekulî tên bi kar anîn.
-Penêr, bîra, mey, sihik bi meyandinê çê dibin. Enzîmên bakterî û qarçikan şîrê dimeyîne penêr, ava tîriyê dimeyîne meyê û sihikê, ava cehê dimeyîne bîrayê.
-[[Hevîrtirş]] cureyek qarçikên yekxaneyî ye. Gava hevîrtirş li hevîrê nanê tên zêdekirin, enzîmên hevîrtirşê reaksiyona hilmija bêoksîjenê leztir dike û gaza karbondîoksîtê di nav hevîr de tov dibe, hevîr tirş dibe û peqilkên gaza karbondîoksîdê hevîrê hiltîne, bi vî awayê nan dipişpişe.
-Di pîşesaziya nîşayê de,enzîmên bi navê amîlaz, amîloglukozîdaz û glukoamîlaz nîşayê diguherîne doşava glukozê. Enzîma bi navê glukozîzomeraz, glukozê diguherîne doşava fruktozê. Bi vî awayê ji nîşaya bêtehm, glukoz û fruktoza tehmşîrîn tên bi test xistin. Ev glukoz û fuktoz wekî [[şekirê învert]] bi nav dibe. Bi gelemperî ev şekir pîşesaziya xwarinan da tên bi kar anîn.
-Enzîmên bi navê amîlaz, zaylanaz,selulaz û lîgînînaz di pîşesaziya kaxizê de tên bi kar anîn.
Enzîmên bi navê proteaz û amîlaz di nav deterjanan da tê bi kar anîn. Bi alîkariya vî enzîmê lekeyên ji ber proteîn û nîşayê çê bûyê,ji cilan bi hesanî tên paqij kirin.
-Di pîşesaziya bîofuelê(sotemeniya raste rast ji zîndewer tê bi dest xistin) de selulaz ji boy parçekirina [[seluloz]]ê tê bi kar anîn. Ji selulozê etanol tên bi dest xistin.
== Girêdanên derve ==
[[https://www.britannica.com/science/enzyme]]
[[http://www.rsc.org/Education/Teachers/Resources/cfb/enzymes.htm]]
[[https://drive.google.com/open?id=0Bzsfm3UK07LzR1p0NExTV2I4S0k]]
[[https://www.khanacademy.org/science/biology/energy-and-enzymes/introduction-to-enzymes/a/enzymes-and-the-active-site]]
[[Kategorî:Biyolojî]]
(Biyolojiya Bi Kurdî 22:30, 9 rezber 2017 (UTC))
|