Asîda rîbonukleyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Difference DNA RNA-KU.svg|thumb|250px|RNA]]
'''Asîda rîbonukleî''' an jî bi kurtî '''[[ARN]]''' (ji zimanê îngilîzî '' '''R'''ibo'''N'''ucleic '''A'''cid''), ev molekul yek ji du asîdên nukleî ye. ADN(Asîda deoksîrîbonukleî) û Asîda rîbonukleî (ARN) wekî asîdên dendikê tên bi nav kirin. ARN jî wek mîna ADNyê molekuleke [[polînukleotîd]] e. [[ADN]] ji zincîrek nukleotîdan pêk tê. Nukleotîd bi bendê [[fosfodîester]] bi hev ve girêdayî ne. Nukleotîdên ARNyê jî wek ên ADN ji sê molekulan pêk tê. Komeleya fosfatî, şekirê pênckarbonî û baza nîtrojenî. Navê şekirê ARNyê rîboz e. Çar nukleotîdên ARNyê; [[urasîl]], [[adenîn]], [[guanîn]] û [[sîtozîn]] in. Di nav [[xane]]yên zîndeweran da gelek cureyên ARN heye. Lê bi taybetî 4 cureyên ARN navdar e:
#[[ARN ya peyamber]] (ARNm):</big> Ji ADNyê zanyariyên genetîk radigîhîne ribozoman.
#[[ARN ya hilgir]] (ARNt):</big> Ji sîtoplazmayê asîdên amînî (aa) hildigire û dibirine rîbozoman.
Rêz 7:
=== Asîda ribonukleî ya peyamber (Asîda rîbonukleî ya mesajvan-ARNm) ===
Her sêmendê nukleotîdên li ser ADNyê, wekî [[KOD]] tê binavkirin. KOD ji boy asîda amînê şîfre dide ARN ya peyamber. Li ser ARN ya peyamber sêmendê nukleotîdan wekî [[KODON]] tê binavkirin. Her KODON ji boy asîdek amînî şîfre ye (ango her KODON navêkî asîda amînî ye). [[Proteîn]] ji asîdên amînî pêk tên. Proteîn li gor hejmar, cure û rêza asîdên amînan cure bi cure ne. Zanyariyên [[genetîk]] ên li ser ADNyê, cureya proteîna diyar dike. Di [[xaneyên prokaryotî]] de ARNm di nav dendikê de ji aliyê ADNyê tê çêkirin. Ji %5ê ARNyên xaneyê ARN ya peyamber e. ARNm ya nû çê bûyî wekî peş-ARNm bi nav dibe. Bi aliyê ARN ya piçûk a dendikî û hîn enzîman tê sererastkirinê û wekî ARNm ji dendikê derdikeve û diçe nav sîtoplazmayê. Ji zîncîrek ADNyê çêkirina ARNm wekî nivîsandin ([[transkrîpsiyon]]) tên binavkirin. Enzîma bi navê ARN polîmeraz çêkirina ARN ya peyamberê hesan dike. ARN ya peyamber bi [[ribozom]] ve girê dibe. Xwendin ([[translasyon]]) a KODONan li rîbozom pêk tê. Li gor KODONên li ser ARNm, ARNt ji [[sîtoplazma]]yê asîda amînî vediguhezîne rîbozomê. 64 cureyên ARNm heye. ARN ya peyamber ne ji boy carek, lê dibe ku gelek caran li pêş hev ji aliyê rîbozoman bên xwendin.
 
=== Asîda ribonukleî ya rîbozomî (ARNr) ===