Tirkiye: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 46:
 
== Etîmolojî ==
Xanedaniya tirkan a ewil mavîna salên 552-744 li herêma Asyaya Navendî û Çînê bi navê [[xanedaniya Goktirkan]] ({{bi-tr|Göktürk Kağanlığı}}) hatiye damezirandin. Navê "Türk" bi şeklê ku hiro tê bakaranîn cara yekem li ser nivîskek a di heyna Göktürkan de derbas dibe. Çîniyan di wê serdemê de navê tirkan wek ''Tūjué'' bikartînin. TarîxnasDîrokvan İlber Ortaylı (bixwîne: Îlber Ortayli) li nivêsarekî xwe de diyar dike ku tucar û dîplomatên Cenevîzî û Venedîkî di sedsala 12'emîn de Tirkiye wek ''Turchia'' û ''Turkmenia'' şayesandine.<ref>{{Web kaynağı|url=http://www.tarihportali.org/turkiye-tarihi-arastirmalar/449-turkiye-kelimesi.html|başlık=Tarihportalı.net- Türkiye Kelimesi|erişimtarihi=8 Kasım 2008}}</ref> Ji bilî vê navê Tirkiye cara pêşîn di sala 1190'î de di çavkaniyek nivêskî de, di weqayînameya [[Seferên Xaçperestan]] derbas dibe.{{Çavk}} Abdulhaluk Çay diyar dike ku şayesandinê ''Turchia'' kevntir e û tebîrê ''Turchia'' cara pêşîn di sedsala 6'emîn de di çavkaniyên Bîzansê de tê rast lê hatin û dibêje "Va tebîra di sedsalên 9'emîn û 10'emîn de seî qada ku di mavîna çemê [[Volga]]yê heta [[Ewropaya Navendî|Ewrûpaya Navendî]] de dimîne hatiye bikaranîn."{{Çavk}} Hew diyar dike ku va bikaranîna di herêma Qefqazyayê seî Kaẍantiya Hazar wek Tirkiyeya Rohhelat, seî dûgela macar bi aliyê [[Xanedaniya Arpad]]ê hatiye damezirandin jî bi şeklê Tirkiyeya Rohava bûye û heman tebîr ji sedsala 12'emîn pê ve seî Anadolyayê hatiye bikaranîn. Di tarîxê de di sedsalên 13'emîn û 14'emîn de Memlûkên Misrê jî navê Tirkiye bikaranîne: ''"ed-devlet üt Türkiya"'' (1250-1387){{Çavk}} Di Dewleta Osmanî de heta sedsala 19'emîn de navê Tirkiye nedihat bikaranîn; Navên ''Devlet-i Âliyye'' (bixwîne: Dewlet-î Alîyye), ''Devlet-i Osmaniye'' (bixwîne: Dewlet-î Osmanîye), ''Memalik-i Şahane'' (bixwîne: Memalîk-î Şahane), ''Diyar-ı Rum'' (bixwîne: Dîyar-i Rum) hatin bikaranîn. Feqet tê zanîn ku li derveyî welêt car caran li şûna Împeratoriya Osmanî navê Tirkiye hatiye bakaranîn. Xerîteyên ku di wê heynê de bi zimanên biyanî hatine çêkirin vî rewşê diyar dikin. Paşînga nav Jön Türkan şûna Osmaniye (bixwîne: Osmanîye) navên mîna Türkistan (bixwîne: Tûrkîstan), Türkeli (bixwîne: Tûrkelî), Türkili (bixwîne: Tûrkîlî) hatine pêşniyaz kirin lê ji ber ku di Asyaya Nevendî de herêmekê bi navê Türkistan heye ew yek nehatiye pejirandin. Di makezagonê de (1921) navê "Türkiye"<ref>{{Web kaynağı|url=http://www.tbmm.gov.tr/anayasa/anayasa21.htm|başlık=tbmm.gov.tr - 1921 anayasası|erişimtarihi=8 Kasım 2008}}</ref> hatiye nivêsandin û bi îlankirina cumhûriyetê di sala 1923'î de navê dewletê wek Türkiye Cumhuriyeti (bi kurdî: Komara Tirkiyeyê) misoger bû.
 
== Dîrok ==