Misira kevnare: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 122 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 28:
 
== Siyaset û rêveberî ==
=== QiraliyetKeyanî ===
[[Wêne:Pharaoh with double crown.svg|thumb|Qiralê bi du tacî û riyê a merasîmê.]]
Welat ji aliyê firawinê weke welateke navendî dihat birêvebirin, û firawin bi xwe wek kurê rojê dihat qebûlkirin. Gel wî wek temsîlê xwedayan ê li rûyê erdê pîroz dikir û di vê baweriyê de bû ku ew erkeke pîroz dimeşîne. Loma hêz û mafê wî bêsînor bû. Ew xwediyê tenê yê hemû erd û rezan bû: çi li ser wê rûerdê hatibe çandin jî, ya fîrawinê tenê bû. Zelalbûnên xwezayî yên erdê û hemû qezenckiriyên şeran ên wî tenê bûn. <ref>[[Thomas Schneider (Ägyptologe)|Thomas Schneider]]: ''Lexikon der Pharaonen'' (Ensîklopediya Fîrawinan). Albatros, Düsseldorf 2002, ISBN 3-491-96053-3, S. 28.</ref> Qiralê bi gelemperî rêveberiya xwe ji wergirtina textê heta dawiya jiyana xwe dimeşand. Gava ew dimiriya, paşhatiyê wî kurê wî yê herî mezin bû. Qiral û malbata wî di sarayeke taybet de dijiya. Saray ji aliyê malbata pîroz ve hatibe bikaranîn jî, ji raya giştî re vekirî bû û bi pirranî li paytexta welêt peyda bûbû. Kar û armanca herî mezin a qiralê hertim rihetî û serkeftina welêt û Maat (başbûyîna nîzama cîhanê) bû. Hemû qanûn û ferman bi destûra wî derdiketin, aborî û danûstandin jî di bin kontrola wî de bûn. Herwiha, ew serokê artêşê jî bû û bernameyên avahî lêkirinê - bi taybetî avakirina perestgehan - di bin emrê wî de bûn. Ji bilî vê, reformên pêwîst derbas dikir, wezîrên bilind ên ku di mijarên rêveberiyê de alîkariya wî dikirin hildijart û ji kesên ku serkeftinên balkêş bidestdixistin xelata zêrîn dida wan. Ji vê bêhtir, ew ji bo bi cih anîna ol û îbadetan jî berpirsiyar bû û sewa vê armancê berpirsiyarên perestgehan  hildijart.