Parzûna xaneyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 40:
 
Osmoz wekî mîna dîfuzyona sade ye,lê cudahiya wî ewê ku, molekulên ku di parzûnê de derbas dibin ne molekulên tiwawe ne, lê tenê av e. Ango dîsa devera tîr û devera ron heye û bi parzûnê ji hevdu veqetiyan e. Ji ber ku [[parzûna nîvdelînbar]] rê nade madeyên tiwawe derbas be, îcar [[madeya tiwêner]],ango av, ji qada ku av pir e,derbasî qada avkêm dibe. Hêza Pesta Osmozî di veguhastina avê de bi bandor e.
 
 
=== Veguhastina çalak ===
Veguhastina molekulan ji [[qada ron]], ber bi [[qada tîr]] ve bi xerckirina [[ATP]] wekî veguhastina çalak tê bi nav kirin. Xane bi veguhastina pasîf dikare hîn molekulan ji qada tîr ber bi qada ron veguhezîne. Ji bo karên wê yên asayî, pêwistiya xaneyê bi hebûna hîn molekul an jî îyonên wekî asîda amînî, [[glukoz]], potasyûm, kalsîyûm, fosfat û hwd. heye. [[Tîrî|Tîriya]] wan molekulan di nav xaneyê de, bi gelemperî ji derdora xaneyê pirtir e, lê xane hê jî ji dorhêla xwe van molekulan digire nav sîtoplazmayê. Di vî veguhastinê de tevgera molekulan ne li gor [[veguhastina pasîf]] e. Ku veguhastina pasîf, wekî tevgera molekulan a berjêr bê hesibandin, [[veguhastina çalak]] tevgera molekulan a berjor e. Veguhastina çalak tenê di xaneyên zindî de dibe,lewma pêwistî pê ATP heye.
 
[[Wêne:Sodium-potassium pump-ku.svg|left|250px|]]
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
=== Veguhastina molekulên gir ===