Parzûna xaneyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 44:
 
=== Veguhastina molekulên gir ===
Molekulên hûrik bi veguhastina pasîf an jî çalak bi hêsanî ji parzûne derbas dibin. Lê pêdiviya xaneyê pê molekul an jî madeyên gir jî heye. Ev madeyan wisa gir in ku ne rasterast ji nav molekulên lîpîd ên parzûnê, ne jî di nav proteînên hilgir û kanalî de vediguhazin. Di nav xaneyê de ji molekulên hûrik,molekulên gir ên wekî, [proteîn],enzîm,hormon,şîr û hwd. tên çê kirin. Her ku van madeyan di nav xaneyê de çê dibin jî ,ew li derveyî xane tên bi kar anîn. Loma divê van madeyan ji xaneyê derkeve derve xane molekulên gir ji parzûnê vedirişîne. Veguhastina molekul an jî madeyên gir ji sîtoplazmayê ber bi dorhêlê xaneyê, wekî [[egzosîtoz]] tê bi navkirin. Tûk a devê însan, enzîmê bi navê amîlaz e. Amîlaz di xaneyên toşpiyên tûkê de çê dibe, bi egzosîtozê ji xaneyê derdikeve û di kanal û kisikên tûkê de berhev dibe.. Her wekî hormonê însulîn jî di xaneyên pankreasê de çê dibin û bi egzosîtozê ji xaneyên pankrease vediguhazin nav Xwînê. Hin caran xane ji derdora xwe molekulên gir digre nav sîtoplazmayê. Zîndewerên yekxaneyî adanên nedehandî di nav xaneyê de didehînin. Adanên nedehandî gelek gir in loma ji parzûnê derbas nabin. Lekosît (xaneyên xwînê yên spî) ji bo parastina laşê mirov bakteriyên di nav xwînê de rasterast dadigurtînê û digre nav sîtoplazmayê û li vir didehîne. Daqurtandina molekulên gir wekî [[endosîtoz]] tê bi nav kirin. Ku molekulên gir ên ku xane digire nav sîtoplazmayê şile be, ev cureya endosîtozê wekî [[Pînosîtozpînosîtoz]] bi nav dibe. Endosîtoza molekulên hişk jî wekî [[gagosîtoz]] tê bi nav kirin. Xane dema dilopa rûn vedixwe ev pînosîtoz e, lê gava bakterîyek dadiqurtîne ev kar fagosîtoz e.
 
== Çavkanî ==