Parzûna xaneyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 20:
=== 1. Veguhastina pasîf ===
Bi veguhastina pasîf,xane O<sub>2</sub>, H<sub>2</sub>O, CO<sub>2</sub>, îyonên wekî Na<sup>+</sup>, Cl<sup>-</sup>, K<sup>-</sup>, NO<sub>3</sub><sup>-</sup> û molekulên wekî glûkoz, proteîn digire hundirê xaneyê an ji ji xane der dike.
Sê cureyên veguhastina pasîf heye:
'''a)# Dîfuzyona sade'''
'''b)# Dîfuzyona hêsankirî'''
'''c)# Osmoz'''
 
'''a) Dîfuzyona sade'''
'''b) Dîfuzyona hêsankirî'''
'''c) Osmoz'''
Ji bo hemû cureyên veguhastina pasîf ,bê ku tu pêdivî pê enerjiya ATP hebe, molekul ji devera tîr ber bi devera ronkî cih diguherînin
 
==== a) Dîfuzyona sade ====
Molekul ji cihên tîr ber bi cihên ronkî(kêm tîr) cih diguherin. Her wekî di wêneyên jor de tê dîtin, dilopa murekebê di nav avê de bi serê xwe belav dibe. Ev belavbûn [[dîfuzyon]] e. Di vî gîraweyê de, madeya tiwawe murekeb e. Av jî madeya tiwêner e. Gava murekeb dikeve nav avê,tîriya şileya murekebê ji ya avê zêdetir e. Loma belavbûna molekulan ji hêla tîr ber bi hêla ronkî dest pê dike ta ku her aliyê gîraweyê bibe xwediyê tîriya hevseng.
 
Gelek molekul bi [[Dîfuzyona sade]] ji parzûna plazmayê derbas dibin. Wekî mînak oksîjen û karbon dîoksît bi Dîfuzyona sade di parzûna alveolên pişikê de cih diguherin
==== b) Dîfuzyona hêsankirî ====
Molekulên wek Oksîjen,Karbon dîoksît,etanol [[dijav]] in (hîdrofobî ne),loma di nav tebeqeyên lîpîd de belav dibin û ji parzûnê rasterast bi hêsanî derbas dibin. molekulên [[avxwaz]]( hîdrofîlî) di nav molekulên lîpîdan de belav nabin. Av, glûkoz, proteîn,hîn îyon û molekulên din ên avxwaz ji ber astengiya molekulên [[lîpîd]], nikarin bi serê xwe ji parzûna plazmayê derbas bibin. molekulên avxwaz bi alîkariya proteînên parzûnê cih diguherînin. Ev veguhastin jî dîfuzyon e, lê ji ber ku proteîn navbeynkarî dikin,ev kar wekî [[Dîfuzyona hêsankirî]] tê bi nav kirin. Di vî cure ya dîfuzyonê de,dîsa molekulên tiwawe ji devera tîr ber bi devera ronkî de belav dibin û pêwistî bi ATP nîn e.Her çiqas gelek cureyên proteînên parzûnê hene jî ,ji wan du texlît proteîn di dîfuzyona hêsankirî de kar dikin, [[Proteîna kanalî]] û [[Proteîna hilgir]] .Van proteînan wekî [[enzîm]] kar dikin û molekulên wê ji parzûnê derbas bin,nas dikin. Piraniya molekulên avê bi navbeynkariya proteînê kanalî ji parzûnê derbas dibin. Proteînê kanalî navbera molekulên avê û lîpîdan dibe çeper û rê nade molekulên lîpîdê ku derbasbûna avê asteng bike. molekulên wek glukoz an jî sukroz bi alîkariya proteînê hilgir ji parzûnê derbas dibin.
 
==== c) osmozOsmoz ====
[[Wêne:Osmose ku.svg|thumb|250px|Di despêkê de asta gîraweyê li herdu milên lûleyê yeksane. Eger piçek xwêy li lûleya A yê bên zêdekirin, vê gavê di lûleya A yê de mêjera madeya tiwawe(ango xwêy) zêde dibe. Lûleya A, ji lûleya B yê tîrtir dibe. Li gor rêzikên difuzyonê, divê xwêy ji aliyê zêde ber bi aliyê kêm ve cih biguhere. Lê ji ber parzûna nîvdelînbar, xwey nikare derbasê milê B bibe. Li milê A yê de ev rewş dibe sedema çêbûna pestoya osmozî. Lûleya B li gor lûleya A rontir e (ava vî pir e) loma av ji aliyê pir ber bi aliyê hindik(tîr) ve cih diguhere. Ji parzûna nîvdelînbar derbasbûna avê wekî osmoz bi nav dibe. ]]
[[Osmoz]] wekî mîna dîfuzyona sade ye,lê cudahiya wî ewê ku,molekulên ku di parzûnê de derbas dibin ne molekulên tiwawe ne, lê tenê av e. Ango dîsa devera tîr û devera ron heye û bi parzûnê ji hevdu veqetiyan e. Ji ber ku [[parzûna nîvdelînbar]] rê nade madeyên tiwawe derbas be, îcar [[madeya tiwêner]],ango av, ji qada ku av pir e,derbasî qada avkêm dibe. Hêza Pesta Osmozî di veguhastina avê de bi bandor e.
 
=== 2. Veguhastina Çalak' ===
Veguhastina molekulan ji [[qada ron]] ,ber bi [[qada tîr]] ve bi xerckirina [[ATP]] wekî veguhastina çalak tê bi nav kirin. Xane bi veguhastina pasîf dikare hîn molekulan ji qada tîr ber bi qada ron veguhezîne. Ji bo karên wê yên asayî, pêwistiya xaneyê bi hebûna hîn molekul an jî îyonên wekî Asîda amînî, [[glukoz]],Potasyûm, Kalsîyûm, Fosfat û hwd. heye. [[Tîrî]]iya wan molekulan di nav xaneyê de, bi gelemperî ji derdora xaneyê pirtir e, lê xane hê jî ji dorhêla xwe van molekulan digire nav sîtoplazmayê. Di vî veguhastinê de tevgera molekulan ne li gor [[veguhastina pasîf]] e. Ku veguhastina pasîf, wekî tevgera molekulan a berjêr bê hesibandin, [[veguhastina çalak]] tevgera molekulan a berjor e. Veguhastina çalak tenê di xaneyên zindî de dibe,lewma pêwistî pê ATP heye.