Hingiv: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
 
Mêş nektar naxwin,di aşika hingiv de berhev dikin. Şekirê nav nektar Sukroz e. ji ber ku ji du molekul şekirên biçûktir(monosakkarît)çê bûye, ev şekir di grûba karbonhîdratan de wek dîsakkarît tên bi navkirin. Şekirê çay jî sukroz e,ango nektar dişibe şekirê çay.
Di aşika hingiv a karkeran de enzîmek bi navê învertaz te çêkirin. Sukroza nav nektar bi vî enzîmê tê dehandin û sukroz parçe dibe, glukoz û fruktoz çê dibe. Gava mêşhingivên aşik bi nektar tijî, tên kewarê,ew nektarê vedirêşin nav çavikên şanê. ji ber ku di nav nektar de av zêde ye,mêşhingiv di hundirê keware de baskên xwe li hev didin , bi alîkariya ba û hênikayî ya hundirê kewarê, ava di nav nektar dûkel dibe. Dema ava nav nektar daket % 20î ,nektara ronkirî êdî tîr dibe. Bi alîkariya enzîmên mêşê, nektara tîr êdî dibe hingiv. Mêş devê çavikê bi pelika şima digrin û derbasî çavikek din a vala dibin. de dimeyînin.
 
== <big>Hingiv çi li xwe digire?</big> ==
Hingiv bi piranî şekir û av li xwe digire.Di nav [[hingivê dobê]] (hingivê helandî)de % 38 Fruktoz,% 31 Glukoz, % 10 şekirê maltoz û dîsakkarîdên din, % 17 Av, % 2 enzîm û protîn, % 2 mîneral û asîdên organîk heye. Ango piraniya hingiv ji şekir pêk tê.
 
== <big>Hingiv çima şekir digire?</big> ==
Şekirgirtina hingivê gihîştî yen siruştî, tiştekî asayî e. Sedema şekirgirtin (belûrîbûn,krîstalîbûn) a hingiv glukoz e. Rêje ya avê di nav hingiv de bi qasî % 17 an e, lê rêje ya şekir % 80 an e. Ango hingiv pir tîr e. Ji ber vî sedemê glukoz a di nav hingiv de belûrî dibe. Belûrî bûn li germahiya nav 10- 21°C de dest pê dike. Dema belûrîbûne dest pê kir,glukoz ji avê vediqete û wek belûrên piçuk û gewr telp dibe.
 
Li [[Kurdistan]]ê û gelek cihên din mirov ji bo hingivî [[mêşhingiv]]an xwedî dike.