Eyşe Şan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Kurteya guhartinê tine
Rêz 16:
'''Eyşe Şan''' (z. 1938 [[Amed]] − m. [[18'ê berfanbarê]] 1996 [[Îzmîr]]), stranbêjeke navdar a kurd e.
 
Di [[dîrok|dîrok]]a [[serhildan]]a [[çand]] û [[huner|hunera]] [[Kurdistan|Kurdistanê]] de, yek ji wan hunermendên ku li diji siyaseta çewt û asimilasyona reş û bi hêza [[Kemalîst|Kemalistan]] li [[bakurê Kurdistanê]] mina şêre jinekê li berxweda Eyşe Şan bû. Eyşe Şanê bi wi dengê xwe yê şilik û nazik, bi wan kılamênkilamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anko (şêr şêre çi jin çi mêr e) di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara [[Tirkiye|Tirkiyê]] xewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturi û çandiyên Kurdan deqideyekê ji serê xwe dernedixistin.
 
== Jiyan ==
Rêz 22:
Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mijdara sala [[1938]]'an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedî malbatek mezin û navdare. Navê diya wê [[Heciye Xanim]] û ji êla [[Hacî Mistefa Begên Erziromê]] ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezina Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.
 
Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de tesîrek mezin li ser hesta huneriya Eyşe Şanê lîstin e, çımkiçimki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbiketa di dawiyê de ji aliyê xwediyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dikir. Ev e´detê qenc bi hezaran sale ku hê ji di nava Kurdan de dıdomedidome û bi taybet ji giregirên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebiyata şifahî (devki) ya Kurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin [[Evdalê Zeynikê]] dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. DayıkaDayika Eyşe Şanê Heciye Xanimê ji carna bi lorikên ku ji wê re dixwindin, riha wê ya teji hest û hissên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.
 
Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyse Şanê de li dora hev diciviyan Eyşe Şanê jî ji wan çaxên bi qîmet mifa werdigirt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta deriyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi [[Siyamend Silîvî]] re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê [[Evdalê Zeynikê]] û [[Gulêya Ermenî]] weke careke din jêre zindî dibûn. Bi deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya [[Derwêşê Evdî|Derwêşê Evdî û Edûlê]], mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê mınmin bi zımanziman bûna ku ji were behsa wan roj û şevan bikirana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’
 
Sala 1958’an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike.
 
Malbata Eyşe Şanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana Kurdî ye û li her derê di nava kom û cıvatêncivatên xwebıxwexwebixwe de bi lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe dıafırinediafirine.
 
Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şeri’eta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema ji bavê Eyşe Şanê tê xwestınxwestin ku çend stranên xwe li kompaniyekê tomar bıkebike, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û kultura paşverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dixwaze ew ji bi dengê xwe ji civata xwe re xizmetekê bide meşandin.
 
Bûyerek tal di jiyna Eyşe Şanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Sewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li Entabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyşe Şanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê [[Naîl Baysû]] du salan li radiyoya bajarê E´ntabê bi [[zimanê tirkî]] stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Îstembolê û bo cara yekê bi [[zimanê kurdî]] û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwediyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwediyê her tiştî. Wê ji herçend bi dengê xwe yê xweş dikari bıbebibe xwediyê hertıştihertişti û pir dewlemend bıbebibe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkırınêtomarkirinê, mafê wê nedıdanênedidanê û ew hertim feqir û bêkes bû. Bi salan keda wê hat xwarin, ji bona wê ji Eyşe Şanê ji ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikişandin. Ji aliyekê dındin ew bi vê heqiqetê ji hesilyabû ku sistema cumûreyta Tirkiyê hebûna Kurd û Kurdistanê inkar diken û zimanê Kurdi ji qedexeye û dema ew li gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 mılyonmilyon Kurdên bakurê Kurdistanê bê xwarin û pêpestkirin.
 
== Naveroka stranên Eyşe Şanê ==
Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civaki digirin ber xwe:
 
1_ Stranên kilasik û kilamên bav û kalan ku bi sedan sale sıngsing bi sıngsing ji aliyê dengbêjên Kurd ve hatınehatine gotıngotin û parastınparastin û samanek netewi û diroki tên hesıbandınhesibandin. Eyşe Şanê ji riya wan şopandiye û gelek stranên kilasik ji mirinê rizgar kirine: Weke strana Cembeliyê mirê Hekariyê, Strana Mem û Zinê(1), Lê lê Bêmal(2), Zeriî heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên dındin.
 
2_ Stranên ku serûkaniya wan jiyan û ditinên Eyşe Şanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwindine. An ji mırovmirov dıkaredikare bêje naveroka wan stranan xwedik û awêneya jıyanajiyana Eyşe Şanê ne.
 
Ji wan strana (Derdê Hewiyê an wela te nastînim) ku li ser paşverotiya a´det û o´rfên cıvakacivaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkırınatehqirkirina şexsiyeta jınênjinên Kurd hatiye gotıngotin, bala mirovan pir dıkişinedikişine ser xwe. HerwıhaHerwiha strana (Qederê Yar) ku li ser jıyanjiyan û bextreşiyên xwe yên di cihanê de kişandine, weke tabloyeki bedew neqişandiye.
 
Eyse Sanê strana ( Xerîbim Dayê ) li ser mirina dayika xwe gotiye ku beriya mirinê ji kurên xwe daxwaza dîtina Eyse Sanê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn.
 
3_ PıştiPişti sala 1990’an ku agırêagirê şoreş û serhıldanênserhildanên netewi li bakurê KurdıstanêKurdistanê berfırawanberfirawan bûn, êşiq û heza Eyşe Şanê ya ji bo KurdıstanêKurdistanê ku bi salan ji alıyêaliyê Kemalistan ve hatıbûhatibû serkutkırınserkutkirin, ji nûve geş û gor bûn. Ji bona wê ji Eyşe Şanê bi dengê xwe yê hertınhertin xweş bûyerên sıyasisiyasi ji ku di cıvatacivata wê de dıqewmindiqewmin anin zımanziman. Stranên siyasi ku Eyşe Şanê di salên dawiya jiyana xwe de xwindınexwindine bi pıranipirani behsa wêrankırınawêrankirina gund û bajarên KurdıstanêKurdistanê û qetılamênqetilamên ku dagırkerêndagirkerên KurdıstanêKurdistanê pêkanine dıkedike û bi vi rengi Eyşe Şan helwesta xwe ya ji doza welatê xwe re dıdedide dıyardiyar kırınkirin.
 
Stranên WerınWerin werınwerin Pêşmergene, Newroz û Diyarbekir li ser bûyerên KurdıstanêKurdistanê hatine strin.
 
Giringiya xebat û hunera Eyşe Şanê di vir de ye ku wê di wan salên reş de ku sıyasetasiyaseta asimilasyona TırkanTirkan her dera KurdıstanêKurdistanê gırtıbûgirtibû bınbin bandora xwe û zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê heta di nava malbatên Kurd de jî qedexe bû, bi zimanê şirînê Kurdî lorik û stranên kurdî gotin û awazên wê bûn melhemek ji bo tenahiya dılbırindardilbirindar û Kurdistaniyên ku nedixwastin serê xwe ji ber dagirkeran bitewinin.
 
Dengê wê bû hêviya wan kesên ku baweriya xwe bi Kemalîsm û asîmîlasyona dijwar neanîbûn.
 
Di çaxê ku jin û mêrên Kurdan li her derê neçar bûn kincên Kurdî ji ber xwe bavêjin, Eyşe Şan bi kiras û fîstanên Kurdî li bajarên Kurdistan û Tirkiyê derket pêşberiya gel û bi dengê xwe yê şilik û nazik evîna ji bo welat, ziman û strana Kurdî di dilê herkesî de diafirand. Ew ji dijminên axa bav û kalên xwe qet netirsya, ji ber ku heya dawiyê baweriya wê bi hebûna gelê Kurd hebû. Li hemberi vê heza wê dijminê nıfşparêznifşparêz jî li her derê jê re astengi derxistin û ew ji çalakiyên kar û xebata hunerî berbend kirin.
 
Berevaji xwestekên wan Eyşana Osman jî sond xwar ku qet teslîmî xwestekên Kemalistên nıfşparêznifşparêz û inkarkar nebe û bi rasti ji xanımaxanima Kurd Eyşe Şanê heya dawiyê ev soza xwe bi cîh anî û qet ji helwesta xwe ya Kurdayetiyê nehat xwarê. Wê dilê gelê xwe şakir û dilê neyaran jî bi deng û stranênê xwe yên bi zimanê qedexekiri, şewtand.
 
Eyşana Kurd li sala 1972’an çû Elmaniya û li bajarê Munşên bi cihwar bû. Li wir keça wê Şehnaz ku ji bo dayika xwe ji her tiştê dinyayê bi qîmetir û eziztıreziztir bû jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyera tal xemgînîyek mezin li ser jiyana Eyşe Şanê rûnişt û demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berda. Piştre careke din ji Almaniya vegerî Kurdistanê.
 
Sala 1979’an Eyşe Şan ku bi salan bi hesreta ditınaditina başûrê KurdıstanêKurdistanê bû, çû seredana Kurdên vê perça Kurdistanê û bi germi ji aliyê Kurdên hemû deverên başûrê KurdıstanêKurdistanê hat pêşwazi kırınkirin. Li Bexda, DıhukDihuk, Kerkûk û Hewlêrê bi hunermendên mina M. ArıfêArifê CıziriCiziri, İsa Berwari, GulbıharGulbihar, Tehsin Teha, Nesrîn Sêrwan û gelek kesên dındin re derket ser sehnê û bi hevre konsert pêşkêşi gel kırınkirin. Herwiha wê bi gelek kesayeti û hunermendên Kurd re hevditin pêkanin. Segvan Ebddulhekim û Macida xanima wi, hunermend Nesrin Şêrwan, Ebdulrehman MızoriMizori, Dr. Bedirxan Sindi, Resûl Gerdi û gelek kesên din ji wan kesatiyên Kurd bûn ku Eyşe Şan çû ditina wan. Dema Eyşe Şan vegerî Tirkiyê ji aliyê Mîta dewleta Tirkiyê ve pir hat tehdid û nerihet kirin. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:’’ Çaxê ez vegerim Tirkiyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poşman bûm, wan ji min re digotin tu karê Kurdinyê dikî…’’.
 
Lê Eyse Sanê li basûrê Kurdistanê bi wan pêswaziyên bênimune ku ji aliye gelê Kurd ve li wê û hunera wê kiiribûn, bi vê heqîqetê hesiyabû ku keda wê ya wan salên dijwar û bi zehmet vala necûyê û wê di nava dilê gelê xwe de cihekî taybetî girtiye. Ji bôna wê jî hîviyên mezin di dilê wê de afirîn ku careke de vegere nava Kurdên Kurdistana di bin desthilatdariya Iraqê de.
 
Ji sala 1979’an heya geşbûna şoreşa li bakurê Kurdistan Eyşe Şanê pir kêm xuya dikir û ji bo debara jiyana xwe di idareyek postxana bajarê İzmirê de dest bi kar kir. Sala 1991’an piştî reva Kurdên başûrê Kurdistanê ji destê Be’isiyên xwînmêj kasêtek pêşkêşî dostên mûzîka Kurdî kir û bi vi rengi careke din bêdengiya salên dûr û dirêj şikand. Dema mirov strana „Werin werin pêşmergene“ li ser reşerojî û qedera gelê Kurd dibîhîse, bêtir bi kûratiya evin û dılsojiyadilsojiya Eyşe Şanê ya ji bo gelê Kurd dihese:
 
:''Werin werin Pêşmergene''
Rêz 76:
Û Eyşe Şan bi gotina vê stranê gelê bakurê Kurdistanê vedixwine ku hevkariya birayên xwe yên derbider û aware biken.
 
Eyşe Şanê gelek stran tomar kırınekirine ku bi rasti analizkirina berhemên wê kareki hêsan niye.
 
stranên Lê lê Bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qorban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal. Xezal, lêlê dînê, Memir Memir, Xivşê,.Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, min tu dibû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho kurmam û gelek stranên din bi dengê wê yê xweş di nava gel da belav bûn.
 
Eyşe Şanê di jıyanajiyana xwe de ji ber paşverotiya cıvakicivaki û zordariya dagırkerêndagirkerên KurdıstanêKurdistanê qet xweşi neditin û hertımhertim ji bo bêşansi û êşa gıranagirana jıyanajiyana xwe stran dıxwindındixwindin. Dema Heciye XanımaXanima dayıkadayika Eyşe Şanê li Diyarbekirê dımıredimire, ew ji tırsatirsa bırabira û kesên xwe bo cara heri dawiyê ji nıkarenikare dayıkadayika xwe bıbinebibine û vi derdê xwe wıhawiha tine zımanziman:
 
DayıkêDayikê qorban ava çemê DıyarbekırDiyarbekir iro dıherıkediherike leme leme e e e
 
Daykê qorban pêl li pêlê dıxedixe davê ser keleme
 
Wele iro dayıkadayika mınmin nexweşe waya mınmin tunine
 
HêsırêHêsirê çavê mi dêrana Xwedê weke baranê biharê dıherıkediherike, nasekınenasekine
 
Heywax dayê xeribımxeribim dayê, hey wax dayê neminımneminim dayê, Heywax dayê bêkesımbêkesim dayê, bê te kesê mınmin nemaye li vê dunyayê dayê ez bımırımbimirim dayê…
 
Mixabin di nava me de derdek giran heye: heya hunermend û nirxên me yên netewi ji nava me koç neken, em qedirê wan nizanin, dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan di merasima veşartina cenazê wê de beşdarî kirbûn û heta di rojên dawiya jiyana wê de jî, kesî ji rewş û halê wê nepirsî.
 
Ew hertımhertim bi tenê bû û di nava xembari û xemginıyekxemginiyek bêdawi de ji nava me koçkırkoçkir. Ev karê me bêqedriyek mezin bû ji bo xizmeta Eyşe Şasnê ya salên dûr û dirêj.
 
Dema em li jiyana hunermend û kesayetiyên e´reb, Tirk an jî Faris dinêrîn, dibînîn ku ew hinek zêdetir ji me qîmeta nirxên xwe yên netewî digirin. Mesela dema hunermenda E´reb Omkelsum ê wefat kir zêdetir ji yek milyon kesan di merasima vesartina wê de besdarî kirin. Pistre li ser jiyana wê rêze film hatin cêkirin û...
 
 
Qedir û bihayê Eyşe Şanê ji ber bindestiya gel û welat wê, biqasi ku pêwist bû, nehat zanin û girtin. Lê ger wê li hemberi peymana xwe ya teji evin ji bo huner û strana Kurdi bê soz û qirar bûya, an ji bi wi dengê xwe yê bênımunebênimune bi zimanê gelên serdest stran bixwindana, bêgoman ewê mina pirensisekê, mezin û bihagiran bûya. Lê di nava Kurdan de pirensisek bê tac û text bû. Wê bêgoman felsefeya Emedê Xani xwindibû û bi derdê gel û welatê xwe baş zanibû.
 
Eyşe Şan xanımekxanimek rewşenbir û welatperwer bû û baş bi derdê bındestiyabindestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Ji bona wê ji hertim wıhawiha digot:
 
‘’ Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, emê bibin fidayê bindestiya gel û welatê xwe.‘’
 
Belê …Ger Eyşe Şanê ji mina hınekhinek hunermendên bêhelwest ji bona pere û malê dınyayêdinyayê huner û kesayetıyakesayetiya xwe ya netewi bıfıroştanabifiroştana, bêgoman ewê di rewşek baştırbaştir de bıjiyabijiya.
 
Rewşa jiyana Eyşe Şanê ya maddi baş bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paşverûya Kurdan û hem ji ji aliyê sistema Kemalismê ve hatibû tehqir kirin. Ji aliyekê bi derdê neditin û dûriya dayik, xwişk û birayên xwe dişewti û ji aliyê din ji dengê wê ji aliyê berpirsyarên komara Tirkiyê di qirika wê de dihat fetisandin û wan nedihêşt awazan bi zimanê xwe yê zikmaki bixwine. Eyşe Şan du caran zewcî û niha du kur û keçek wê hene.
 
Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18’ê Kanuna sala 1996’an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir ,bi nexweşiya kanser(şirpenc)ê li nexweşxaneya bajarê Izmîrê çû ber dilovaniya Xwedê.
 
Eyşe Şan ji weke gelek hunermendên dındin ji nıfşênifşê pişti xwe re bû xwindıngehekxwindingehek dewlemend û di roja iro de gelek hunermendên Kurd dane ser şopa wê û kılamênkilamêndıxwinındixwinin
 
Ji wan mirov dikare navê hozan Zozan, Delal, Fatê û [[Gulistan Perwer]] û gelek kesên din bi nav bike.