Îbrahîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Îbrahîm''' an jî '''Hezretî Îbrahîm''', bi [[kurdî]]: '''Berhîm''', '''Birehîm Xelîl''', '''Birehîm''', '''Ebrehîm''', bi [[îbranî]]: אַבְרָהָם, ''Avraham'', [[tîberî]]: ''ʼAḇrāhām'', [[erebî]]: إبراهيم‎, ''Ibrāhīm'', navê mêrek e ku tê bawerkirin ku ew 2000 salan belî [[Îsa|Îsa pêxember]] jiyaye{{Çavk}}. Li gorî her sê olên yekxudayî yên roja îro ([[cihûtî]], [[xiristiyanî]] û [[misilman]]î) jî ew pêxemberekî [[Xwedê]] ye. Herwiha Îbrahim pêxember wek kalikê van [[olên semîtîk]] tê qebûlkirin. Lê di derbarê şinda bûyîn û jiyîna wî da, pirtûk û zanayên her sê olan tiştên cihê riwayet dikin. Li gora ola [[Îslam]]ê Îbrahim pêxember li bajarê [[Riha|Urfayê]] li [[Harran]]ê hatiye dinyayê û dûra jî bi tev bavê xwe çûye [[Babîl]]ê.
 
Dibêjin tevî ku gelê wî hemû putperest bû, Hz. Îbrahim di emrê xwe da tu caran ji putekî ra perestî nekirîye. Wî ji yek xuda yê ra bawer dikir. Di [[Quran]]a pîroz da di nava pêxemberan da yê herî pirr navê wî tê gotin. Li gora [[Quran]]ê Îbrahim bi bivir ê hemû putan dişikinî û li ser vî yekê mirov wî davên nava agir (Gotegot e: [[Kurd]] Heyzen gotiye Nemrût e ra, wa -Hz. Îbrahîm- agir ji da bişewitin)<ref>Diroka Pêxemberen, M. Asım Köksal [Tirkî]</ref>, lê agir wî naşewitinî û dibe gol. Li gora mirovan ew şinda agir îro gola masiyan li [[Riha]]yê ye. Li dû vî bûyera Îbrahîm bi tev jina xwe [[Sarê]] û biraziyê xwe [[Lût]] ji welatê [[Nemrût]] bar dike tere [[Urdun]] ê, [[Misir]] ê û dûra jî [[Filistin]]ê.
 
Ji ber ku Îbrahim êdî kal dibe û qet zarokên xwe tunin, ji [[Xwedê]] zarokekî dexwez dike. Lawek bi nav [[Îsmaîl]] ji wî ra tê dinê û demekî şinde jî ji wî ra tê zanîn ku, gerê [[Îsmail]] ji Xwedê ra qurban bike. Îbrahim lawê xwe ji bona qurbanê amade dike, lê wî gavê Xwedê ji wî ra beranekî dişinî, ji bona ku di şinda Îsmaîl da qurban bike. Dûra lawekî din bi nav [[Îshaq]] ji wî ra çê dibe. Herdû lawên wî jî bi xwe pêxamber bûn û tê zanîn ku [[Îsmail]] kalê erewan û [[Îshaq]] jî kalê gellê [[Îsraîl]] e.