Cudahiya di navbera guhertoyên "Kobanî" de

47 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 4 salan
kurteya guhartinê tune ye
B
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl
| malper =
}}
'''Kobanî''' ({{bi-ar|عين العرب|ʿAyn-al-ʿArab}}), bajarekî kurdan e, li [[başûr rojavayê Kurdistanê]], ew li ser sînorê di navbera [[Sûriye]] û [[Tirkiye]]yê de ye, li hemberî bajarê [[Sirûc]]ê yê li aliyê tirkî. Kobanî nezîkî 160 km bakurî rojhelatê [[Heleb]]ê ye, Kobanî li rojhelatî [[Firat]] e 30 km navbera wê û Firat de heye, piraniya xelkê li ser çandiniyê dijîn. û bi xebat ûcêkirina xerazan pir meşhûre
.
 
Şêniyên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî kurd in, ji bilî malbatên polîs û mamûrên dewletê yên ji deverên din hatine. Ta salên heftêyan jî malên ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din, [[Ermenistan]] jî di nav de. Êlên Kobaniyê yên mezin eşîrên [[Berazî]] û [[Kêtikan]] in. Serdarên navdar yên Berazan [[Bozan Beg]] û [[Hirço Beg]] bûn. Ji aliyê Kêtikan yê herî navdar [[Besrawî Axa]] bû. Bozan Beg di dema xwe de nûnerekî (mebûsekî) [[Riha]]yê bû, di [[Meclîsa Millî ya Mezin]] a [[Enqere]]yê de. Kurê birayê wî Hirço, [[Şahîn Şahîn]], di salên 50yan de li Şamê nûnerê parlemana Sûriyeyê bû û Hirço yek ji sazdarên komeleya [[Xoybûn]] bû. [[Şêx Salih]], ku ji [[Amûdê]] hatibû û rêberiya terîqeta neqşebendî dikir, yek ji navdarên bajêr bû, wekî [[Mele Mislim]], Miftiyê Kobaniyê, [[Meçhan Axa]] ji [[Kaniya Ereban]], dengbêj [[Mişoyê Bekebûrê]], Baqî Xido, hunermend Reşîd Sofî, [[Miço Kendeş]] ( Miço Kendes) û herweha birêz [[Polat Can]] û [[Jan Dost]], çendek in ji nivîskar û rewşenbîrên kobanî yên navdar in. Piraniya xelkê gundên bi Kobaniyê ve girêdayî xwe bi çandiniyê ve mijûl dikin. Di van salên dawîn de li Kobaniyê pîşesazî jî berfireh bû.
Bikarhênerê bênav