Komara Korêyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 46:
=== Berî dabeşbûnê ===
Gorî mîtolojiya damezirandinê ya Korêyê tarîxê Korêyê bi damezirandina Joseona efsanewî li sala 2333 B.Z. ê dest pê dike. (Wek Gojoseon jî tê zanîn, ji ber ku li sedsala 14emîn da jî xanedanekî bi heman navî hebû; pêşbendê Go- tê maneya "kevn" yan jî "ya berê") Gojoseon heta ku bakurê nîvgirava Korêyê û hin deverên [[Mançurya]]yê bi dest xist fera bû. Piştî ku bi [[Xanedanê Han|xanedanê Hanê]] ya [[Çîn]]ê ra ket nav pevçûnên bêhesab [[Gojoseon]] parçebû û [[Korê]] ket serdema Proto-Sê-
Nîvgirav ji hêla Împeratorê Goryeoyê [[Taejo Wang Geon]] ve li sala 936ê yekbû. Wekî Sillayê Goryeo jî dewletekê zahf çandeyar bû û li sala 1377ê da [[Jikji]] pêk hat, makînaya livdar ya [[kanza]]yî ya herî kevn. Li sedsala 13ê [[îstilayên mongolan|îstilayên mongolan]] Goryeo bêhêz kir. Piştî 30 sal şer Goryeo serweriya xwa dewam kir, lê dîsa jî mongolan ra [[xerac]] dan berevajî vê jî [[mitefiqê]] wan bûn. Piştî hilweşîna [[Împeratoriya Mongolan]] li Goryeoyê berberiyên siyasî yên giran derketin û xanedaniya Goryeoyê bi serhildanekê ku ji hêla general [[Yi Seong-gye]] ve hat birêvebirin li sala 1388ê ket bin hukima [[Xanedaniya Joseonê|xanedaniya Joseonê]]. Qiral Taejo navê Korê ya nûv kir [[Joseon]], ji ber ku berê jî navê Korêyê Joseon (Gojoseon) bû. Sêûl jî kir paytexta nûv ya vê dewletê. 200 salên xanedaniya Joseonê hema hema bi haşitî derbas bûn. Li sedsala 14emîn li heyna [[Qiralê Mezin Sejong]]ê da [[Hangul]] (nivêsê korêyî) pêk hat û ji xeynî wê girîngiya [[Konfusiyanîzm]] zêde bû.
Li salên
Lê di salên paş da xanedaniya Joseonê ku bi awayekî aşirî girêdayî Çînê bû, tecrîd bû. Li sedsala 19emîn de Korê ji ber siyaseta tecrîdê wek [[Qiraltiya Silak]] dihate binavkirin. Xanedaniya Joseonê wê pêngavê ji ber xwaparastina ji [[Emperyalîzm|emperyalîzmê]] avit, lê di dawiyê de ji ber bazirganiyê xwa ji dinyayê ra vekir. Piştî [[Şerê Çînî - Japoniyan yê Yekem]] û [[Şerê Hûris - Japoniyan]] Korê ket bin serweriya japonan (1910 - 1945). Di dawiyê [[Şerê Cîhanî yê Yekem]] de japonan xwa teslîmî hêzên [[Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst|Sovyet]] û [[DYA|Amerîkan]]
=== Piştî dabeşbûnê ===
Rêz 58:
Li gorî planê ku siftê hat kirin li dema Deklarasyona [[Qahîre]]yê qirarê Korêyekî yekpare hate dan. Ji ber Şerê Sar di navbera Yekîtiya Sovyetan û DYAyê dwudu hikûmat hatin damezirandin. Her yekî bi îdeolojiya xwa rêh li ber dabeşbûna Korêyê vekirin. Bi vî awayî li sala 1948ê Korê dabeş bû û dwudu dewletên serbixwa pêk hatin. Li Bakurê Korêyê gerîlayê berê û çalakvanê komunîst [[Kim Il-sung]] bi piştgiriya Sovyetan bi hêz bû û li Başûrê Korêyê jî siyasetmedarê rastgir ku li sirgûnê bû Syngman Rhee erkê serekcimhûrkiyê ya Başûrê Korêyê girt ser xwa.
Li 25ê hezîranê 1950ê de Korêya Bakur hewl da ku Korêya Başûr dagir bike û
Li salên piştî suîqestê li dijî Parkê li welatê telaşê siyasî çêbû û muxalifên ku hatibûn dewisandin dest bi kampanyayên hilbijartina serekcimhûrkiyê kirin. Li sala 1979ê [[Darbeya leşkerî ya 12ê berfanbarê]] ji hêla [[Chun Doo-hwan]] ve li dijî hikûmata demborî ya [[Choi Kyu Hah]]ê hat kirin. Choi Kyu Hah li wê çaxê serekcimhûrka demborî bû û di dema hikûmata Parkê erka serşalyariyê birêvedibir. Chun piştî darbeyê tevdîrên cur bi cur helgirt û hate desthilatê. Wekî din Chun kargeriya pihêtkirî ya berfireh îlan kir, zanîngehan girt, çalakiyên siyasî qedexe kir û çalakiyên çapemeniyê jî sînordar kir. Piştî ku li 17ê gulanê hate ser meqamê serekcimhûrkiyê li tevahiya welêt protesto dest pê kirin, çimkî xalk demokrasî dixwast, bi taybetî li bajarê
Chun û hikûmata wî Korêyê heta sala 1987ê bi awayekî despot îdare kir heta ku kesekî ku diçû Zanîngehê Netewî ya Sêûlê bi êşkence hat kuştin. Li 10ê hezîranê [[Komeleya Edaletê ya Rahîbên Katolîk]] vê bûyerê birin xalkê, ev jî bû sedema xwapêşandanên mezin li welêt. Di dawiyê de [[Partiya Edaleta Demokratîk]] û serekê giştî yê vê partiyê [[Roh Tae-woo]] li 29ê hezîranê danezanekî îlan kir. Di vê danezanê de hilbijartina serekcimhûrkê ji hêla xalkê ve hate pêşbînî kirin. Roh hilbijartinê bi ferqekî hindik li pêş lîderên mixalifetê [[Kim Dae-Jung]] û [[Kim Young-Sam]]ê qezenc kir.
Rêz 68:
Li 1988ê li Sêûlê [[Olîmpîyatên Havînî ya 1988ê]] hatin li dar xistin. Korêya Başûr li 1996ê bû endamê [[OECD]]yê. Dewlet li [[Kirîza Ekonomîk ya Rohhelatê Asyayê ya 1997]]ê bi neyînî bandordar bû, lê dîsa jî zû ji vê kirîzê rizgar bû û hêdî hêdî bibe sa jî bi mezinkirina ekonomiya xwa dewam kir. Li hezîrana sala 2000î de angajmanê [[Siyaseta Roh]]yê bû sedemê zîrweya Înter-Korêyê. Piştî salekî Kim ji ber şoẍulên xwa jibo demokrasî û mafên merivan li Rohhelatê Asyayê û Korêya Başûr û bi taybetî ji ber hewlên xwa ya pêkanîna haşitî bi Korêya Bakur ve bi [[Xelata Nobel ya haşitî|Xelata Nobel ya haşiti]]yê hat xelatkirin.
Di salê 2002ê de Korêya Başûr bi hevkariya Japonyayê ve mazûvaniya [[Kupaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2002]]ê kir, lê paşînga ji ber xwedîlêderketina [[
== Siyaset ==
|