Komara Korêyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 46:
=== Berî dabeşbûnê ===
 
Gorî mîtolojiya damezirandinê ya Korêyê tarîxê Korêyê bi damezirandina Joseona efsanewî li sala 2333 B.Z. ê dest pê dike. (Wek Gojoseon jî tê zanîn, ji ber ku li sedsala 14emîn da jî xanedanekî bi heman navî hebû; pêşbendê Go- tê maneya "kevn" yan jî "ya berê") Gojoseon heta ku bakurê nîvgirava Korêyê û hin deverên [[Mançurya]]yê bi dest xist fera bû. Piştî ku bi [[Xanedanê Han|xanedanê Hanê]] ya [[Çîn]]ê ra ket nav pevçûnên bêhesab [[Gojoseon]] parçebû û [[Korê]] ket serdema Proto-Sê-Qiraltiyê. Di destpêka vî serdemê da [[Qiraltiya Buyeoyê|Buyeo]], [[Okjeo]], [[Dongye]] û yekîtiya [[Yekîtiya Samhan|yekîtiya Samhanê]]ê nîvgirava Korêyê û deverên li başûrê Mançuryayê dagir kirin. Piştî hilweşîna van dewletan, dewletên çûçik wek [[Goguryeo]], [[Baekje]] û [[Silla]] mezin bûn û nîvgiravê binavê [[Sisê Qiraltiyan]] zeft kirin. Dû re hersê qiraltiyan jî ji hêla Sillayê ve hatin zeftkirin. Bi vê yekê ra li Korêyê serdema Dewletên Bakur-Başûr dest pê kir. Bi vê yekê pirraniya nîvgirava Korêyê ket bin destê [[Sillaya Yekpare]] û di heman demê jî [[Balhae]] jî li bakurê Goguryeoyê hebû. Li heyna Sillaya Yekpare hunerê helbestnivêsandinê û huner hate teşwîq kirin, çandeya [[Budîzm]]ê pêş ket. Pêwendiyên navbera Korê û Çînê li vê heynê rind man. Lê belê Sillaya Yekpare ji ber berberiyên navxwayî her ku çû lawaz bû û li sala 935ê da teslîmî [[Goryeo]]yê bû. Cîranê Sillayê ku li bakurê vê dimîne Balhae, wek wêrisê Goguryeoyê hat damezirandin. Li dema xwa ya herî rind Balhae beşekî mezin ya Mançuryayê û hinek deverên [[Rûsya]]ya hiroyîn zeft kir. Balhae li sala 926ê ket destê [[Kîtaniyan]].
 
Nîvgirav ji hêla Împeratorê Goryeoyê [[Taejo Wang Geon]] ve li sala 936ê yekbû. Wekî Sillayê Goryeo jî dewletekê zahf çandeyar bû û 1377ê da [[Jikji]] pêk hat, makînaya livdar ya [[kanza]]yî ya herî kevn. Li sedsala 13ê [[îstilayên mongolan|îstilayên mongolan]] Goryeo bêhêz kir. Piştî 30 sal şer Goryeo serweriya xwa dewam kir, lê dîsa jî mongolan ra [[xerac]] dan berevajî vê jî [[mitefiqê]] wan bûn. Piştî hilweşîna [[Împeratoriya Mongolan]] li Goryeoyê berberiyên siyasî yên giran derketin û xanedaniya Goryeoyê bi serhildanekê ku ji hêla general [[Yi Seong-gye]] ve hat birêvebirin li sala 1388ê ket bin hukima [[Xanedaniya Joseonê|xanedaniya Joseonê]]. Qiral Taejo navê Korê ya nûv kir [[Joseon]], ji ber ku berê jî navê Korêyê Joseon (Gojoseon) bû. Sêûl jî kir paytexta nûv ya vê dewletê. 200 salên xanedaniya Joseonê hema hema bi haşitî derbas bûn. Li sedsala 14emîn li heyna [[Qiralê Mezin Sejong]]ê da [[Hangul]] (nivêsê korêyî) pêk hat û ji xeynî wê girîngiya [[Konfusiyanîzm]] zêde bû.