Cudahiya di navbera guhertoyên "Komara Korêyê" de

3141 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 3 salan
kurteya guherandinê tune ye
=== Berî dabeşbûnê ===
 
Gorî mîtolojiya damezirandinê ya Korêyê tarîxê Korêyê bi damezirandina Joseona efsanewî li sala 2333 B.Z. ê dest pê dike. (Wek Gojoseon jî tê zanîn, ji ber ku li sedsala 14emîn da jî xanedanekî bi heman navî hebû; pêşbendê Go- tê maneya "kevn" yan jî "ya berê") Gojoseon heta ku bakurê nîvgirava Korêyê û hin deverên Mançuryayê[[Mançurya]]yê bi dest xist fera bû. Piştî ku bi [[Xanedanê Han|xanedanê Hanê]] ya Çînê[[Çîn]]ê ra ket nav pevçûnên bêhesab [[Gojoseon]] parçebû û [[Korê]] ket serdema Proto-Sê-Qiraltiyê. Di destpêka vî serdemê da [[Buyeo]], [[Okjeo]], [[Dongye]] û [[Yekîtiya Samhan|yekîtiya Samhanê]] nîvgirava Korêyê û deverên li başûrê Mançuryayê dagir kirin. Piştî hilweşîna van dewletan, dewletên çûçik wek [[Goguryeo]], [[Baekje]] û [[Silla]] mezin bûn û nîvgiravê binavê [[Sisê Qiraltiyan]] zeft kirin. Dû re hersê qiraltiyan jî ji hêla Sillayê hatin zeftkirin. Bi vê yekê ra li Korêyê serdema Dewletên Bakur-Başûr dest pê kir. Bi vê yekê pirraniya nîvgirava Korêyê ket bin destê [[Sillaya Yekpare]] û di heman demê jî [[Balhae]] jî li bakurê Goguryeoyê hebû. Li heyna Sillaya Yekpare hunerê helbestnivêsandinê û huner hate teşwîq kirin, çandeya Budîzmê[[Budîzm]]ê pêş ket. Pêwendiyên navbera Korê û Çînê li vê heynê rind man. Lê belê Sillaya Yekpare ji ber berberiyên navxwayî her ku çû lawaz bû û li sala 935ê da teslîmî Goryeoyê[[Goryeo]]yê bû. Cîranê Sillayê ku li bakurê vê dimîne Balhae, wek wêrisê Goguryeoyê hat damezirandin. Li dema xwa ya herî rind Balhae beşekî mezin ya Mançuryayê û hinek deverên Rûsyaya[[Rûsya]]ya hiroyîn zeft kir. Balhae li sala 926ê ket destê [[Kîtaniyan]].
 
Nîvgirav ji hêla Împeratorê Goryeoyê [[Taejo Wang Geon]] ve li sala 936ê yekbû. Wekî Sillayê Goryeo jî dewletekê zahf çandeyar bû û 1377ê da [[Jikji]] pêk hat, makînaya livdar ya kanzayî[[kanza]]yî ya herî kevn. Li sedsala 13ê [[îstilayên mongolan|îstilayên mongolan]] Goryeo bêhêz kir. Piştî 30 sal şer Goryeo serweriya xwa dewam kir, lê dîsa jî mongolan ra [[xerac]] dan berevajî vê jî [[mitefiqê]] wan bûn. Piştî hilweşîna [[Împeratoriya Mongolan]] li Goryeoyê berberiyên siyasî yên giran derketin û xanedaniya Goryeoyê bi serhildanekê ku ji hêla general [[Yi Seong-gye]] ve hat birêvebirin li sala 1388ê ket bin hukima [[Xanedaniya Joseonê|xanedaniya Joseonê]]. Qiral Taejo navê Korê ya nûv kir [[Joseon]], ji ber ku berê jî navê Korêyê Joseon (Gojoseon) bû. Sêûl jî kir paytexta nûv ya vê dewletê. 200 salên xanedaniya Joseonê hema hema bi haşitî derbas bûn. Li sedsala 14emîn li heyna [[Qiralê Mezin SejongêSejong]]ê da [[Hangul]] (nivêsê korêyî) pêk hat û ji xeynî wê girîngiya [[Konfusiyanîzm]] zêde bû.
 
Li salên 1592 û 1598ê Korê ji hêla japoniyan ve hat îstilakirin. [[Toyotomi Hideyoshi]] fermandarê leşkeran bû û plan kiribû ku kişwera Asyayê[[Asya]]yê bi rêhya Korêyê dagir bike, lê bi îhtimaleke mezin ji hêla [[Artêşa Salih|artêşa Salih]] ve û bi alîkariya [[Xanedanê Ming|xanedanê Ming]] ve hatin qewitandin. Bi saya vê şerê amîral [[Yi Sun-sin]] mezin bû û [[Keştiyê Kûsî]] ya wî jî meşûr bû. Li salên 1620î û 1630î da [[Mançu|mançuyan]] Joseonê îstila kirin, li dawiyê mançuyan hemû Çînê fetih kiribûn. Piştî rêzeyeke şerên li dijî Mançuryayê, Joseon nêzike 200 sal di haşitiyê de ma. [[Qiral Yeongjo]] û [[Qiral Jeongjo]] xanedaniya Joseonê ra nûjeniyên çandeyî anî.
 
Lê di salên paş da xanedaniya Joseonê bi awayekî aşirî girêdayî Çînê bû, tecrîd bû. Li sedsala 19emîn de Korê ji ber siyaseta tecrîdê wek [[Qiraltiya Silak]] dihate binavkirin. Xanedaniya Joseonê wê pêngavê ji ber xwaparastina ji [[Emperyalîzm|emperyalîzmê]] avit, lê di dawiyê de ji ber bazirganiyê xwa ji dinyayê ra vekir. Piştî [[Şerê Çînî - Japoniyan yê Yekem]] û [[Şerê Hûris - Japoniyan]] Korê ket bin serweriya japonan (1910 - 1945). Di dawiyê [[Şerê Cîhanî yê Yekem]] de japonan teslîmî hêzên [[Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst|Sovyet]] û [[DYA|Amerîkan]] bûn. Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst [[Korêya Bakur|bakurê Korêyê]] û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî başûrê Korêyê dagir kiribûn.
 
=== Piştî dabeşbûnê ===
 
Li gorî planê ku siftê hat kirin li dema Deklarasyona Qahîreyê[[Qahîre]]yê qirarê Korêyekî yekpare hate dan. Ji ber Şerê Sar di navbera Yekîtiya Sovyetan û DYAyê dwudu hikûmat hatin damezirandin. Her yekî bi îdeolojiya xwa rêh li ber dabeşbûna Korêyê vekirin. Bi vî awayî li sala 1948ê Korê dabeş bû û dwudu dewletên serbixwa pêk hatin. Li Bakurê Korêyê gerîlayê berê û çalakvanê komunîst [[Kim Il-sung]] bi piştgiriya Sovyetan bi hêz bû û li Başûrê Korêyê jî siyasetmedarê rastgir ku li sirgûnê bû Syngman Rhee erkê serekcimhûrkiyê ya Başûrê Korêyê girt ser xwa.
 
Li 25ê hezîranê 1950ê de Korêya Bakur hewl da ku Korêya Başûr dagir bike û vê jî çirûska Şerê Korêyê bû. Va şera jî di heyna Şera Sar de pevçûna mezin ya ewil bû. Di heman demê da Yekîtiya Sovyetê [[Netewên Yekbûyî]] baykot kir ev jî bû sedema wendakirina mafê vetokirina wan. Piştî xuyabûna yekkirina welatê ji hêla Korêya Bakur ku bihêz bû û bi wendakirina mafê vetokirinê ya Yekîtiya Sovyetan, jibo Netewên Yekbûyî îmkana midaxelekirinê çêbû. Yekîtiya Sovyetan û Çîn bi her awayî piştgirî dan Korêyê Bakur. Di salên paş de bi milyonan leşkerên artêşa çîniyan beşdarî şerê bûn û piştgiriya leşkerî dan Korêyê Bakur. Li herdu hêlan jî gelek merivên sîvîl mirin û herdu hêl jî ketin neçariyê. Li sala 1953ê agirbest hat îlankirin, lê ti carî ev agirbest ji hêla Korêya Başûr û Korêya Bakur ve nehat îmzakirin. Ev jî vê nîşan dide ku herdu hêl jî bi teknîkî hîn rewşa şer de ne. Li encama [[Şerê Korêyê]] 2.5 milyon kes jiyana xwa ji dest dan.
 
Li encama serhildanekî xwandekaran de li sala 1960ê serekcimhûrkê otokratîk [[Syngman Rhee]] neçar ma ku îstîfa bike. Piştî vê îstîfayê Korêyê Başûr ket heynekê bê îstiqrara siyasî. Salekî piştî îstîfakirina Syngman Rhee derbas bû ku general [[Park Chung-hee]] li dijî hikûmata lawaz û bêbandor darbeyekî leşkerî kir. Park erkê serekcimhûrkiyê girt ser xwa û heta ku li sala 1979ê di encama suîqestekî hat kuştin erkê xwa dewam kir. Di heyna Park Chung-hee Korê bi îxracatê zû mezinbûnekî ekonomîk bi dest xist. Lê di vê heynê de zextên siyasî li ser Korêya Başûr jî giran bûn. Herçend e ekonomiya Korêyê di heyna wî de pêşketîbûsa jî, Park bi awayekî tund wek dîktator dihate rexnekirin.
 
Li salên piştî suîqestê li dijî Parkê li welatê telaşê siyasî çêbû û muxalifên ku hatibûn dewisandin dest bi kampanyayên hilbijartina serekcimhûrkiyê kirin. Li sala 1979ê [[Darbeya leşkerî ya 12ê berfanbarê]] ji hêla [[Chun Doo-hwanêhwan]]ê li dijî hikûmata demborî ya [[Choi Kyu HahêHah]]ê hat kirin. Choi Kyu Hah li wê çaxê serekcimhûrka demborî bû û di dema hikûmata Parkê erka serşalyariyê birêvedibir. Chun piştî darbeyê tevdîrên cur bi cur helgirt û hate desthilatê. Wekî din Chun kargeriya pihêtkirî ya berfireh îlan kir, zanîngehan girt, çalakiyên siyasî qedexe kir û çalakiyên çapemeniyê jî sînordar kir. Piştî ku li 17ê gulanê hate ser meqamê serekcimhûrkiyê li tevahiya welêt protesto dest pê kirin, çimkî xalk demokrasî dixwast, bi taybetî li bajarê Gwangjuyê protesto pirr zêde bûn. Bi mebestê zextkirina [[Tevgera Demokratîkbûnê ya Gwangju]]yê Chun li wî bajarî ra hêzên taybet şand.
 
Chun û hikûmata wî Korêyê heta sala 1987ê bi awayekî despot îdare kir heta ku kesekî ku diçû Zanîngehê Netewî ya Sêûlê bi êşkence hat kuştin. Li 10ê hezîranê [[Komeleya Edaletê ya Rahîbên Katolîk]] vê bûyerê birin xalkê, ev jî bû sedema xwapêşandanên mezin li welêt. Di dawiyê de [[Partiya Edaleta Demokratîk]] û serekê giştî yê vê partiyê [[Roh Tae-woo]] li 29ê hezîranê danezanekî îlan kir. Di vê danezanê de hilbijartina serekcimhûrkê bi hêla xalkê ve hate pêşbînî kirin. Roh hilbijartinê bi ferqekî hindik li pêş lîderên mixalifetê [[Kim Dae-Jung]] û [[Kim Young-Sam]]ê qezenc kir.
 
Li 1988ê li Sêûlê [[Olîmpîyatên Havînî ya 1988ê]] hatin li dar xistin. Korêya Başûr li 1996ê bû endamê [[OECD]]yê. Dewlet li [[Kirîza Ekonomîk ya Rohhelatê Asyayê ya 1997]]ê bi neyînî bandordar bû, lê dîsa jî zû ji vê kirîzê rizgar bû û hêdî hêdî bibe sa jî bi mezinkirina ekonomiya xwa dewam kir. Li hezîrana sala 2000î de angajmanê [[Siyaseta Roh]]yê bû sedemê zîrweya Înter-Korêyê. Piştî salekî Kim ji ber şoẍulên xwa jibo demokrasî û mafên merivan li Rohhelatê Asyayê û Korêya Başûr û bi taybetî ji ber hewlên xwa ya pêkanîna haşitî bi Korêya Bakur ve bi [[Xelata Nobel ya haşitî|Xelata Nobel ya haşiti]]yê hat xelatkirin.
 
Di salê 2002ê de Korêya Başûr bi hevkariya Japonyayê ve mazûvaniya [[Kupaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2002]]ê kir, lê paşînga ji ber xwedîlêderketina [[Zinarên Liancourtê]] ji hêla herdu welatan (Li Korêyê wek Dokdo tê binavkirin û li Japonyayê jî wek Takeshima tê binavkirin) pêwendiyên navbera Japonya - Korêya Başûr xirab bûn. Ev bûyer ji hêla medyayê ve wek [[Kirîza Zinarên Liancourtê]] hat binavkirin.
 
== Siyaset ==
Wekî gelek dewletên demokratîk şeklê îdarekirinê ya Korêya Başûr ji sisê piniyan pêk tê: birêvebirin, dadmendî û qanûndanîn. Organên birêvebirinê û qanûndanînê ya Korêya Başûr di qada netewî de erkên xwa bi cîh tînin.
 
== Girêdanên derve ==
521

guherandin