Cudahiya di navbera guhertoyên "Komara Korêyê" de

2120 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 3 salan
kurteya guherandinê tune ye
 
Li gorî planê ku siftê hat kirin li dema Deklarasyona Qahîreyê qirarê Korêyekî yekpare hate dan. Ji ber Şerê Sar di navbera Yekîtiya Sovyetan û DYAyê dwudu hikûmat hatin damezirandin. Her yekî bi îdeolojiya xwa rêh li ber dabeşbûna Korêyê vekirin. Bi vî awayî li sala 1948ê Korê dabeş bû û dwudu dewletên serbixwa pêk hatin. Li Bakurê Korêyê gerîlayê berê û çalakvanê komunîst Kim Il-sung bi piştgiriya Sovyetan bi hêz bû û li Başûrê Korêyê jî siyasetmedarê rastgir ku li sirgûnê bû Syngman Rhee erkê serekcimhûrkiyê ya Başûrê Korêyê girt ser xwa.
 
Li 25ê hezîranê 1950ê de Korêya Bakur hewl da ku Korêya Başûr dagir bike û vê jî çirûska Şerê Korêyê bû. Va şera jî di heyna Şera Sar de pevçûna mezin ya ewil bû. Di heman demê da Yekîtiya Sovyetê Netewên Yekbûyî baykot kir ev jî bû sedema wendakirina mafê vetokirina wan. Piştî xuyabûna yekkirina welatê ji hêla Korêya Bakur ku bihêz bû û bi wendakirina mafê vetokirinê ya Yekîtiya Sovyetan, jibo Netewên Yekbûyî îmkana midaxelekirinê çêbû. Yekîtiya Sovyetan û Çîn bi her awayî piştgirî dan Korêyê Bakur. Di salên paş de bi milyonan leşkerên artêşa çîniyan beşdarî şerê bûn û piştgiriya leşkerî dan Korêyê Bakur. Li herdu hêlan jî gelek merivên sîvîl mirin û herdu hêl jî ketin neçariyê. Li sala 1953ê agirbest hat îlankirin, lê ti carî ev agirbest ji hêla Korêya Başûr û Korêya Bakur ve nehat îmzakirin. Ev jî vê nîşan dide ku herdu hêl jî bi teknîkî hîn rewşa şer de ne. Li encama Şerê Korêyê 2.5 milyon kes jiyana xwa ji dest dan.
 
Li encama serhildanekî xwandekaran de li sala 1960ê serekcimhûrkê otokratîk Syngman Rhee neçar ma ku îstîfa bike. Piştî vê îstîfayê Korêyê Başûr ket heynekê bê îstiqrara siyasî. Salekî piştî îstîfakirina Syngman Rhee derbas bû ku general Park Chung-hee li dijî hikûmata lawaz û bêbandor darbeyekî leşkerî kir. Park erkê serekcimhûrkiyê girt ser xwa û heta ku li sala 1979ê di encama suîqestekî hat kuştin erkê xwa dewam kir. Di heyna Park Chung-hee Korê bi îxracatê zû mezinbûnekî ekonomîk bi dest xist. Lê di vê heynê de zextên siyasî li ser Korêya Başûr jî giran bûn. Herçend e ekonomiya Korêyê di heyna wî de pêşketîbûsa jî, Park bi awayekî tund wek dîktator dihate rexnekirin.
 
Li salên piştî suîqestê li dijî Parkê li welatê telaşê siyasî çêbû û muxalifên ku hatibûn dewisandin dest bi kampanyayên hilbijartina serekcimhûrkiyê kirin. Li sala 1979ê Darbeya leşkerî ya 12ê berfanbarê ji hêla Chun Doo-hwanê li dijî hikûmata demborî ya Choi Kyu Hahê hat kirin.
 
== Girêdanên derve ==
521

guherandin