Friedrich Nietzsche: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Dexbot (gotûbêj | beşdarî)
B Removing Link FA template (handled by wikidata) - The interwiki article is not featured
Rêz 11:
 
Mixabin naziyan felsefa Nietzsche bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û polîtîzekirin, lê rexneyên wî ên zelal li dijî nijadperestiyê, anti-semîtîzmê û biyologiyê bi zanebûn bêguhdan kirin û binax kirin. Nivîsên Nietzsche kartêkirineke mezin li gelek nivîskar û torevaên elmanî ên moderin kiriye mîna [[Rainer Maria Rilke]], [[Robert Musil]], [[Hermann Broch]], [[Stefan Zweig]], [[Thomas Mann]], [[Hermann Hesse]], [[Karl Kraus]] û [[Gottfried Benn]], herweha li tore û felsefeya ferensiyan kir û bi taybetî li [[Michel Foucault]] û [[Jacques Derrida]] kir. Felsefa Nitsche li ser rastî û derewan, xêr û şer, reş û spî, di çarçewa sincê de, belavbû û bi taybetî di pirtûka wî de ''Also sprach Zarathustra'' (Zerdeşt werr go) de. Di Psychologiyê de jî bandora Nietzsche li [[Sigmund Freud]], [[Ludwig Klages]] û [[Carl Gustav Jung]] bû. Li hember wê jî pir ramiyar û zane li dijî Nitsche û behweriyên wî hebûn mîna [[Karl Jaspers]], [[Martin Heidegger]], [[Martin Buber]], [[Paul Tillich]], [[Albert Camus]] û [[Jean-Paul Sartre]]. Wan di nivîsên xwe de, rexneyên tund li Nitsche girtine. Nitsche, di cîhana navnetewî de, wek fîlosofekî hatiye naskirin, lê wek helbestvan, kêm li derveyî Elmaniya behsa wî bûye. Hêjayî peyivê ye jî, ko helbestên wî pirr bi raman û bi giyan ve girêdayî ne.
 
 
Tifingên tijî, jibo gulebarana [[mejîyên]] tijî, çêbûne
 
Mejîyên vala jî jibo tijîkirina wan tifingan....
 
Friedrich Nietzsche
 
== Berhemên Wî ==