Stêr: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B ne hewce ye, dikare li wîkîferhengê were zêdekirin
Wêneyê bi navê The_sun1.jpg ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Jcb ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: Missing permission as of 11 February 2017 - Using VisualFileChange.
Rêz 1:
[[Wêne:The sun1.jpg|thumb|[[Roj]] stêra herî nêzîk e ji [[erd]]ê re]]
[[Wêne:Starsinthesky.jpg|thumb|300px|]]
'''Stêr''' (an ''stêrk'') ew e, ku ji hêza xwe wek goyekî ja gazê ronahî dide, di hundirê wê de reaksiyona atomî pêk tê û tîrêj jê peyda dibin. Bi gelemperî di hundirê wê de [[hîdrogen]] di bin pestan û zora reaksiyona atomî de dibe [[hêliyûm]]. Radeya germahî û ronahiya wan li gor mezinahiya wan e. [[roj|Roja]] me jî stêrkek e û ji ber ku ji me ve pir nêzîk e, ji ber wê jî ewqas mezin û ronahî xuya dike. Ji bilî [[heyv]] û [[gerstêrk|exteran]], her çavkaniyeke ronahiyê li ezmanan stêrkeke rojîn e. Heya bi dûrbîn û têlêskopan jî mezin xuya nake, ji ber ku ew pir dûr in. Stêrka here ji me ve nêzîk piştî roja me, jêre [[Proxima Centawrî]] dibêjin. Ew ji me ve 270.000 car ji roja me dûrtir e (serinc: Roja me ji zemînê ve 149.600.000 km dûr e). Stêrk bi awakî giştî ji gazên hîdrogen û hêliyom û beşekî biçûk ji hin gazên din pêktên. Gaz ji hevdu direvin, lê belê bi hêza giranahiyê bi hev ve tên girtin. Bi vî awayî stêrk têkuz dimîne. Nava wê kana şiyanê (energiyê) ye: Di her bîstekê de bi milyonan ton ji hîdrogen vediguhêze û dibe hêliyom. Stêrkên mezin bi 100 carî ji roja me mestir in. Gava stêrk hên bêtir mezin be, hîngê nikare têkuz bimîne û dibe ku ji hev bişele. Ew stêrkên mezin ronahiya wan gelek xurt e û pir germ in. Ji lewre, rengê ronahiya wan şîn e. Stêrkên ku bi mezinahiya xwe mîna roja me ne, ji stêrkên navîn tên hejmartin û rengê ronahiya wan zer e. Stêrkên biçûktir rengê sorê dagerî didin. Stêrkên hên biçûktir, ku mezinahiya wan tenê 1/20 ji mezinahiya roja me, germahiya wan nizim e û nema dikarin rêksiyona atomî pêkbînin. Ji wan re biçûkên mor dibêjin. Piraniya stêrkan ne bitenê, lê belê bi cot yan jî bi kom pêktên. Ji lewre, şêweyên têvel yên stêrkan hene.