Bakurê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Jîro (gotûbêj | beşdarî)
rêziman sererast kir
Rêz 1:
[[Wêne:Bakurê Kurdistanê.png|right|thumb|350px|Bakurê Kurdistanê.]]
'''Bakurê Kurdistanê''' ji wê beşa [[Kurdistan]]ê re tê gotin ku dikevê nav sînorên dewleta [[Tirkiyê]] tê gotin. Gelek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya ''Kurdistana Tirkiyê'' jî tê bikar anîn.
 
== Rûerd ==
 
[[Kurdistan]] welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wê [[zozan]] û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve, li nexşeya bakurê Kurdistanê dinerê, rêza çiyayên [[Toros]] ên Başûr, Kurdistanê ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du cîh. Toros ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê [[Gurgum]]ê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatrojhilatê ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de ji, [[Zagros]] dest pê dikin. Li herêma [[Colemêrg]]ê çiya bilind, gur û tûjik in. BilindahîyaBilindahiya wan digêje 4000 metreyî.
 
Toros ji aliyê Avhewa ve, [[Başûrê Kurdistanê]] ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cîh: Bakur û başûrê Torosan.
 
Li başûrê Torosan, piranîyapiraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dîlok û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Sêwregê; çiyayê [[Qerejdax]]ê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastê hinek girikên hêtûnk tê. Li herêma Botan çiyayên [[Herekol]] û [[Çiyayê Cûdî|Cûdî]] hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. DivêDi vê herêmê de çûn û hatin gelek zehmet e.
 
Li Rojava deşta [[Dîlok|Dîlokê]] û ya [[Til Başar|Tilbişarê]], li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. [[Deşta Gewran]] di navber a [[Erxenî]] û [[Qerejdax|Qerejdaxê]] de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.
Rêz 19:
== Avhewa ==
 
[[Toros]] wekî dîwarekî bilind û dirêj nahêlin ku ew bayên hênik ên bi baran dakevin başûrê wan. Li bakurê Torosan rûerd gelekî bilind e. Piraniya rêerd çiya û zozan in. Ji vê herêmê re Kurd dibêjin [[Serhed]]. Havîna herêma Serhedê kin e. Germayî li zozan û çiyayên herêmê 25-30 pile ye. Piraniya xelkê Serhedê û herêma bakur havînan bi mal û heywanên xwe ve koç dikin û diçin zozanan. Heta payizê li zozanan dimînin. Biharan hewa nerm û bi baran e. Zivistanan jî li vê herêmê eyam gelek sar e. Heta 24-30 pileyan dadikeve binê sifirê. [[Erzirom]] û [[Qers]], bajarên Kurdistanê yên herî bilind û sar inyên Kurdistanê ne. Bi mehan berf li erdê dimîne û caran rê tên girtin.
 
Zivistanan li herêmên çiya û bilind wekî [[Wan]], [[Şirnex]], [[Sêrt]], [[Colemêrg]], [[Erzirom]] û [[Qersê]] berf gelekî dibare û ji çiyan aşît tên xwarê. Carnan gund û bajar di bin aşîtan de dimînin.
 
Li rojavarojavayê, li herêmên bajarên [[Elezîz]], [[Meledî]], [[Semsûr]] û [[Mereşê]] rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî, rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û germ e.
 
Rêza Torosan, nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Suriyê, ba û hewayê germ ber bi bakurê Kurdistanê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên [[Dîlok]], [[Riha]], [[Amed]] û [[Mêrdîn]]ê gelekî germahî heye. Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herêmê baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen BakurBakurê bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire. Jiû ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve li herêmên ku erd û zevî kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan, hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.
 
== Bakurê Torosan ==
 
Li bakurê Torosan, ji başûr ve ji bajarên [[Mereş]] û Semsûrê û ji bakur ve jî, ji bajarê Sêwasê heta [[Qers]] û Agiriyê tev çiya, zozan banî, gelî û di nav wan de navrast û deşt hene. Divê herêmê de piraniya çiyan ber bi rojava û rojhilat ve paralel in. Ji ber vê yekê ji çûn û hatin hesanhêsan e. Herêm gelekî bilind e. Çiya ji 3000 m. danakevin. Past û deştên herêmê jî, ji 1500 m. bilintir in. ji rojava ber bi rojhilat ve çiyayên Munzir, Dêrsim, Mûrad, Keşîş, Pelandokan û Tendûrekê hene. Nêzîkî gola Wanê çiyayen [[Sîpanê Xelatê|Sîpan]], [[Nemrûd]] û ber bi jor û rojhilat ve jî, Agiriyên Mezin û Biçûk serîhildane. [[Agirî]], Sîpan, [[Nemrûd]] û [[Tendûrek]] volkanên vemirî ne. [[Agiriyê Mezin]] çiyayê Kurdistanê yê herî bilind e. Bilindiya wî 5165 metre ye. Serê wî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanik hene. Navên wan Bêçare ne. Li van çiyayên bilind havinan ji berf heye.
 
Ji Bajarê Colemêrgê heta [[Agirî]], [[Qers]], [[Erzîrom]], [[Çewlîg]], [[Xarpêt]] û [[Dêrsim|Dêrsimê]] zozanên têrcayir û mezin hene. Li dorhêla Çewlîgê Zozanê Şerefdînê bi nav û deng e. Deştên Melediyê, Xarpêt, Mûş, Zêdikan, Ezirgan, Erzîrom, Pasîn û Îdirê di nav van çiya û zozanên de ne.
Rêz 35:
== Başûrê Torosan ==
 
Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dilûk û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Siwêrekê çiyayê Qerecdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastêrastî hinek girikên volqanîk tê. Li herêma Botan çiyayên Herekol û Cudî hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. DivêDi vê herêmê de çûn û hatin gelek zehmet e.
 
Li rojava deşta [[Dîlok|Dîlokê]] (Entebê) û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerecdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.
 
[[Dîcle|Çemê Dicleyê]] deşta Amedê dike du cîh. Beşa navbera Qerecdax û Diclê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e. Lê, ji çêra heywanan re geiekgelek baş e. Axa li rojhilatê Diclê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Diclê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e. Li herêma Rihayê berriya Heranê heye. Heran ji aliyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berriya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev deşt û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.
 
=== Bajarên Bakurê Kurdistanê ===