Şablon:GH/2017/3: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
QazîKurd (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
 
Rêz 3:
'''''[[Tom û Jerry]]''''', rêzeya anîmasyonê ye ku ji aliyê William Hanna û Joseph Barbera ve hatiye pêkanîn. Ev anîmasyon keftelefta ku di navbera [[pisîng]]ekî bi navê Tom û [[mişk]]ekê bi navê Jerry de derbas dibe tîne berçav. Anîmasyona ''Tom û Jerry'' a herî pêşîn di sala 1940an de hatiye çêkirin. Hanna û Barbera, di studyoya xêzafîlmê ya ''MGM''ê de di navbera salên 1940 û 1957an de 114 kurtefîlm nivîsandine û bi rê ve birine. 13ê van kurtefîlman ji bo xelata akademiyê wek berendam hatin nîşandan. Belam bi tenê 7ê wan di warê kurtefîlmê anîmasyonê yê herî baş de xelata akademiyê girtin.
 
Piştî girtina studyoya MGMyê, di sala 196an1960an de amadekariya fîlmên ''Tom û Jerry''ê [[Gene Deitch]] jê teslîm girt û xêzefîlm li Rojavaya Ewropayê de dest pê çêkirinê bûn. Belam di sala 1963yan de [[Chuck Jones]] amadekariya ''Tom û Jerry''ê girt destê xwe û dîsin wî anî [[Hollywood]]ê. Wexta ku di sala 1967an de dawî ji rêzeya kurtefîlman re hate, bi têhev 161 kurtefîlm hatibûn çêkirin.
 
Wexta ku hatin salên 1970yî Hanna û Barbera bi hev re studyoya fîlmê çêkirin û fîlm di [[televîzyon]]an de hatin weşandin. Heta domayiya salên 1980yî û salên 1990î cure bi cure şowên TV hatin nîşandan. Gelek [[fîlm]]ên dirêj û şowên taybet hatin çêkirin. Mafê telîfê yê ''Tom û Jerry'' yê îroyîn aîdî şirketa [[Warner Bros]]ê ye.