Şablon:GH/2017/3: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
QazîKurd (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "<noinclude>{{GH/navîgasyon|berê=2017/2|paşê=2017/4}}</noinclude> left|border|120px|Tom û Jerry '''''Tom û Jerry''''', rêzey..."
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
<noinclude>{{GH/navîgasyon|berê=2017/2|paşê=2017/4}}</noinclude>
[[Wêne:Vitoria - Graffiti & Murals 1127 12.JPG|left|border|120px|Tom û Jerry]]
'''''[[Tom û Jerry]]''''', rêzeya anîmasyonê ye ku ji aliyê William Hanna û Joseph Barbera ve hatiye pêkanîn. Ev anîmasyon keftelefta ku di navbera [[pisîng]]ekî bi navê Tom û [[mişk]]ekê bi navê Jerry de derbas dibe tîne berçav. Anîmasyona ''Tom û Jerry'' a herî pêşîn di sala 1940an de hatiye çêkirin. Hanna û Barbera, di studyoya xêzafîlmê ya ''MGM''ê de di navbera salên 1940 û 1957an de 114 kurtefîlm nivîsandine û bi rê ve birine. 13ê van kurtefîlman ji bo xelata akademiyê wek berendam hatin nîşandan. Belam bi tenê 7ê wan di warê kurtefîlmê anîmasyonê yê herî baş de xelata akademiyê girtin.
 
Piştî girtina studyoya MGMyê, di sala 196an de amadekariya fîlmên ''Tom û Jerry''ê [[Gene Deitch]] jê teslîm girt û xêzefîlm li Rojavaya Ewropayê de dest pê çêkirinê bûn. Belam di sala 1963yan de [[Chuck Jones]] amadekariya ''Tom û Jerry''ê girt destê xwe û dîsin wî anî [[Hollywood]]ê. Wexta ku di sala 1967an de dawî ji rêzeya kurtefîlman re hate, bi têhev 161 kurtefîlm hatibûn çêkirin.
 
Wexta ku hatin salên 1970yî Hanna û Barbera bi hev re studyoya fîlmê çêkirin û fîlm di [[televîzyon]]an de hatin weşandin. Heta domayiya salên 1980yî û salên 1990î cure bi cure şowên TV hatin nîşandan. Gelek [[fîlm]]ên dirêj û şowên taybet hatin çêkirin. Mafê telîfê yê ''Tom û Jerry'' yê îroyîn aîdî şirketa [[Warner Bros]]ê ye.
 
'''Mijara xêzefîlmê''':
 
Mijar bi giştî li ser bûyerekê derbas dibe. Jerry di nav malê de ji xwe re cihekî girtiye û tê de dijî. Di heman katî de jî ew ji xurik û vexurikên malê xwe xweyî dike. Tom jî naxwazê ku Jerry di nav malê de xwe xweyî bike. Jiber vê yekê jî ew hertim li hev dixin. Her çend rewiştê hêzdar Tom bibe jî Jerry bi heş û aqilê xwe hertim bi ser dikeve.