Mafê çarenûsê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 23:
== Li Himber Mafê Çarenûsê Rewşa Kurdistan ==
Di 11 Adarê 1970an de di navbera dewleta İraqê û Mele Mistefa Berzanî de ji bo Başûrê Kurdîstanê mixtariyet tê qebûlkirin. Lê belê ji bo Kerkukê dîsa dawiya sala 1973an de di navbera Kurdan û dewleta İraqê de şer destpê dike. Piştî 2003an de ku Emerîka Rejîma Seddam Husên belakir Federasyona Herema Kurdîstan li Başûrê Kurdîstanê ava dibe. Lê belê hîna jî rewşa Kerkuk ne diyar e. Li gorî maddeya 140emîn ya zagona esasî ya İraqê divê li Kerkukê hejmara nufusê bêkirin ku diyar bibe bê hejmara Ereban an jî Kurdan pire li Kerkukê. Ev binpêkirina maddeya 140emîn ya zagona esasî bi polîtikayek Kolonyalîst didome û dewleta Iraqê gelên Ereb li Kerkuk û derdora Kerkukê bi cîh dike. Hîna jî Başûrê Kurdîstanê azadiya xwe diyar nekiriye.
Ji sala 2012an de li Rojavayê Kurdîstanê Kurd di şerekî dijwar de ne. Têgotin ku Çeteyên DAIŞ'ê bi alîkariya dewletên Ereb û Tirk<ref>http://www.diken.com.tr/amerikali-akademisyenin-gozunden-turkiye-isid-isbirligine-dair-dokuz-iddia/</ref> bi çekên mezin êrîşî PYD dike. Li himber vê tu nîşanên resmî an huqûqî derneketiye. Dewleta Tirkî ji Dewleta Sûrî bêtir dijî Kurdên Rojava ye. Berdevkên dewletê raste rast PYD'yê rêxistinekî terorist dibîne<ref>http://www.yenisafak.com/dunya/teror-orgutu-pkknin-suriyedeki-kolu-pydypg-2522892</ref>. Lê belê Kurdên Rojava bi şiklên Qantonan sê qanton avakirine. Hîna rewşa van Qantonan ji alî siyasî û huqûqî ve ne diyar e.
Li bakurê Kurdîstanê û li Rojhilatê Kurdîstanê jî ji bo statuya Kurdan ne bi fîzîkî ne jî bi awayek din statuya Kurdan û Kurdîstanê ne diyar e. Ji bilî başûrê Kurdîstanê tu perçeyên Kurdîstanê bi fermî nexwedî statu ye.
Tu dewletên dagirker û kolonyalîst li himber gelên bindest û ên di bin hukumraniya xwe de bi çekên kîçmyevî êrîş nekiriye. Li Seddam Huseyn bi polîtikayên sîstematîk li himber gelê Kurd jenosîd bikaraniye. Tu welat nebûye çar perçe lê belê Kurdîstan bi destên dewletan bûye çar perçe û di bin hukumraniya çar dewletên dijwar de ye. Tu gelên ku hejmara nufûsa wan nêzî pêncî û pênc milyana ye bê dewlet nemaye.