Bêhrûz Şocayî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû: ""Bêhrûz Şocayî" nivîskar û zimannasekî kurd e. Bêhrûz Şocayî di 23 Çiriya 1970 de li qeza Kotolê, ser bi bajarê Xoy ji dayik bû. Di sala 1976a de tevî malb..."
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
 
Bêhrûz Şocayî di 23 Çiriya 1970 de li qeza [[Kotol]]ê, ser bi bajarê [[Xoy]] ji dayik bû. Di sala 1976a de tevî malbata xwe koçî Azerbaycana Îranê kir. Salên 1979/80 dîsan ji ber şerê bi dewleta Îranê re zivirîn Kotolê. Piştî şikestina serhildanê ji Kotolê diçin bajarê Tewrêzê. Sala 1986a di 15 saliya xwe de mişext dibe û diçe Tirkiyê. Sala 1987 bi riya NY diçe Swêdê û li wir xwendina lîse û zanîngehê dawî dihîne. Sala 2003ya dest bi xwendina doktorayê dike. Sala 2005 koçî başûr dike û li wir heta sala 2010a mamostetî dike, di rêveberiya Enstîtuya Kelepûra Kurdî û Bingeha Rahênan û Geşedana Zankoya Dihokê de xebitî. Sala 2010 vegeriya Swêdê û li Saziya Mişextiyên Swêdê wekî efserê vekolînê kar kir. Navbera salên 2013-2016a de li Zanîngeha Artukluyê mamostetiya bi peyman kir. Endamê komîsyona kurmancî ya Enstîtuya Parîsê,1996-2009 Lêhûrnêrê ferhenga Swêdî-kurdî (soranî), stûnnivîs di heftenameya Kurdish Globe ye.
 
[[Kategorî:Nivîskarên kurd]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1970]]