Bêhrûz Şocayî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû: ""Bêhrûz Şocayî" nivîskar û zimannasekî kurd e. Bêhrûz Şocayî di 23 Çiriya 1970 de li qeza Kotolê, ser bi bajarê Xoy ji dayik bû. Di sala 1976a de tevî malb..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 20:40, 14 kanûna pêşîn 2016

"Bêhrûz Şocayî" nivîskar û zimannasekî kurd e.

Bêhrûz Şocayî di 23 Çiriya 1970 de li qeza Kotolê, ser bi bajarê Xoy ji dayik bû. Di sala 1976a de tevî malbata xwe koçî Azerbaycana Îranê kir. Salên 1979/80 dîsan ji ber şerê bi dewleta Îranê re zivirîn Kotolê. Piştî şikestina serhildanê ji Kotolê diçin bajarê Tewrêzê. Sala 1986a di 15 saliya xwe de mişext dibe û diçe Tirkiyê. Sala 1987 bi riya NY diçe Swêdê û li wir xwendina lîse û zanîngehê dawî dihîne. Sala 2003ya dest bi xwendina doktorayê dike. Sala 2005 koçî başûr dike û li wir heta sala 2010a mamostetî dike, di rêveberiya Enstîtuya Kelepûra Kurdî û Bingeha Rahênan û Geşedana Zankoya Dihokê de xebitî. Sala 2010 vegeriya Swêdê û li Saziya Mişextiyên Swêdê wekî efserê vekolînê kar kir. Navbera salên 2013-2016a de li Zanîngeha Artukluyê mamostetiya bi peyman kir. Endamê komîsyona kurmancî ya Enstîtuya Parîsê,1996-2009 Lêhûrnêrê ferhenga Swêdî-kurdî (soranî), stûnnivîs di heftenameya Kurdish Globe ye.