Samî Tan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Perperok (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
 
== Kurtejiyan ==
Samî Tan di sala 1965'an de li gundê bi navê [[Axçelî]] yê bi ser navçeya [[Kolik]]ê ya [[Semsûr]]ê ve hatiye cîhanê. Lê di [[nasname]]yê de ev agahî bi awayekî din in. Samî Tanî [[dibistana seretayî]], navincî û amadehî li Mêrsînê kuta kiriye. Piştre li Zanîngeha Boğazîçî ya Stenbolê beşa dîrokê xwendiye, lê nebiriye serî. Niha li Zanîngeha Stenbolê Beşa Ziman û Wêjeya Farisî û Beşa Zimanzaniyê bi hev re dixwîne. Di sala 1993'yan de li [[Rojnameya Welat]] dest bi xebatê kiriye. Her wiha di rojnameyên mîna Welat, [[Welatê Me]], [[Özgür Ülke]], [[Dicle Haber Ajansı]] û [[Azadiya Welat]] de wekî edîtor, berpirsê karên nivîsaran û gerînendeyê giştî xebitiye. Du dewreyan serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kiriye. Di sala [[2015]]an de li [[Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê|Zanîngeha Mardîn Artukluyê]] di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir.
 
== Berhem ==