Kanada: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Mehridad (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 43:
== Nav ==
Navê Kanada dibe ku ji peyva ''kanata'' hatibe, ev peyv bi zimanê [[îrokêzên Saint-Lawrence]] tê wateya gund yan wargeh.[http://www.thecanadianencyclopedia.com/en/article/canada/] Sala [[1535]] gava xelkên vê herêmê riya diçe gundê [[Stadacona]] pêşkêşî kaşîfkerê frensî [[Jacques Cartier]] kir, wî navê Kanada ne li wî gundî tenê lêbelê herêma ku di bin destê serokê eşîra gundê Stadacona de bû jî lê kir. Ji sala [[1545]]an pê ve di pirtûk û nexşan de herêm bû Kanada. Jacques Cartier navê [[Çemê Saint-Lawrence]] kir ''Rivière de Canada'', ev nav heta destpêka sedsala 17'an de dihat bikaranîn. Lêkolîner û baziganên kurka koçî başûr û rojava dikirin, wilo herêma bi navê Kanada mezintir dibû. Di destpêka sedsala 18'an de navê hemû [[Rojavaya Navîn]] û [[Louisiana]] bû Kanada.
 
== Erdnîgarî ==
=== Firehbûn û sînor ===
Bi rûberekî 9.984.670 km² Kanada piştî [[Rûsya]] dûyemîn dûgela herî mezin di dinyayê de ye û hema dighêje mezinbûna [[Ewrûpa]]yê. 41% ji [[Amerîkaya Bakur]] ji Kanada pêk tê. Bi sînorên li ser erdê hew li rojava û başûr dighêje [[DYA]]yê wekî din derdora wê deryaye. Cîranekî din [[Grînlenda]] ye ku [[Tengava Kennedy]] ye bi frehbûna 30 kîlometre dikeve navbera wê û girava herî bakur li Kanadayê [[Girava Ellesmere|Ellesmere]]. Ji xeyrî wê giravên [[Saint-Pierre û Miquelon]] (ku beşek ji [[Fransa]]yê ne) dikevin başûrê [[Fondlenda Nû]].
Ji bakur [[Kap Colombia]] li ser girava Ellesmere heta başûr [[Middle Island]] li [[Gola Erie]] 4.634 kîlometre hene. Ji rojhelat [[Cape Spear]] li ser Fondlenda Nû heta rojava sînorê [[Devera Yukon]] bi [[Alaska]]yê ve 5.514 kîlometre hene. Tevahiya dirêjbûna sînorê di navbera Kanada bi DYAyê 8.890 kîlometre dike. Berava Kanadayê 243.042 kîlometre dike û dibe dûgela ku berava wê ya herî dirêj di dinyayê de ye.
 
Girava herî mezin [[Girava Buffin]]ê ye ku dikeve bakur-rojhelatê vî welatî û bi rûbera xwe ya 507.451 km² dibe pêncemîn girava herî mezin di dinayayê de. 9.093.507 km² ji Kanada erd in û 891.163 km² av in.
Li Kanadayê şeş Navçeyên demjimêrî hene.
 
 
== Bi kurtî ==