Malbata Bedirxaniyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Guhertoya 676012 ya Ghybu (gotûbêj) şûnde kir
B + wêne
Rêz 1:
[[Wêne:Bedirkhan family, ca 1880.jpg|thumb|250px|Malbata Bedirxaniyan (1880)]]
Bi çavkaniyên dîrokî hatiye zanîn ko '''Malbata Bedirxaniyan''' di nava civaka Kurdan de xwediyê paşerojek pir girîng u kevnare ne. Evê malbatê di nava gelê Kurd de her demî bi rûmet jiyan kirîne u bi vê rûmeta xwe jî cihekî xwe yê girîng di dilê wan de vekirîne. Bi teybetî di herêma [[Botan]] de bi demsalan hikumraniya xwe berdewam kirîne u dem bi dem ew hikumraniya wan fireh bowîye gihaye gelemperiya cografiya Kurdistanê. Paşeroja wan ya dirêj de çawa gelek rojên wan yên bi rûmet u serkeftî çêbowîne, rojên wan yên pir bi tengasî derbazboyî jî çêbowîne. Ev rastîyek ya dîrokî ye. Pirtoka bi navê “Emîr Bedirxan” de wekî hatî diyar kirin, di demê Osmaniyan de ev malbat rastê dû felaketên mezin hatîne: Felaketa yekemîn di demê [[Yawuz Sultan Selîm]] de çêbowîye. Malbat tevayî bi komkujî hatine qirkirin, ji wan tinê dû zarok ji aliyê gel ve li herêma Şirnex hatine veşartin u bi vî awayî ji komkujiyê hatîne parastin. Ev herdu zarok piştî mezinbowînê li mîrasê malbata xwe xwedî derketîne u xwe gihandîne astek bilind u layîqê malbata xwe.