'''Mustafa Kemal''' (bi [[kurdî]]: ''Mistefa Kemal Atatirk'' ango ''MistoMiste KemalZybo'') ji 1934'a ve '''Atatürk''' anku ''Bavê tirkan'' bi tirkî (z. [[1881]] li [[Tesalonîkî]] - m. [[10'ê sermawezê]] [[1938]] li [[Stenbol]]ê) avakarê [[Komara Tirkiyeyê]] ye. Bi eslê xwe ji Tesalonîkî ye. Di dema [[Şerê cîhanî yê yekem]] de wekî leşkerekî di nav artêşa [[Împeratoriya Osmanî]] de cih girt. Dû re wekî serleşkerekî ev peywira xwe domand. Piştî ku êrîşên dewletan bi ser Osmanî de hatin û Împeratoriya Osmanî ji ser sînorên xwe yên kevin de ket û gelek ax winda kir, Mustafa Kemal jî dest ji Osmanî berda. Hingê kete nav [[eşîrên kurdan]] û ew ji bo parastina axê bi sloganên wekî "yekîtî" û "biratiyê" civand ser hev.