Platon: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
QazîKurd (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 24:
| malper =
}}
'''Platon''' ([[Grekî]] ya kevn: Πλάτων ''Pláton'', Grekî ya îro: Πλάτονας ''Plátonas'', latînî: ''Plato'') firmesunek (fîlosof) navdar ê Grekî ya Antîk e. Di navbera salên [[427 b.z.]] û [[347 b.z.]] dade li [[Yewnanîstan|Yewnanîstanê]] jiya ye.
 
Navê wî yê rastî Aristokles e. Ji ber milên wî yên fireh û [[laş|laşê]] wî yê "atletîk" jêrejê re gotine "Sing fireh" û bi vî navî hatiye naskirin. LiDi nav [[misilman]]an jêrede jê re [[Eflatûn]] jî tê gotin. Ramanên wî bandorek mezin daye ser [[Felsefeya îslamê]] û [[xiristiyantî]].
 
== Jiyan ==
 
Ji 20 saliya xwe hetanî mirinê [[Şagirt]]iya [[Sokrates]] û [[mamoste]]tiya [[Aristoteles]] kiriye. Avakerê Akademiya Atînayê ye. Li ser ramanên Platon ên felsefîk hê jî nîqaş tên kirin. Platon destpêk û yekemîn fîlozofê grînggirîng ê felsefa rojava ye. Di felsefa Yunana Antîk de Firmesunên berî Sokrates ( firmesunên yekemîn an jî firmesunên xwezayê) bêhtir li ser felsefa [[materyalîst]] sekinîne. Di felsefa Antîk de ramana materyalîst bi [[Demokritos|Demokrîtosê]] Atomî re gihiştiye qada herî bilind. Li hemberî vê, ramana [[Îdealîst]] jî bi Platon re gihiştiye merhala herî bilind. Platon mîna [[wêje]]van û [[hunermend|hunermendekî]] hatiye perwerdekirin. Bi vî awayî, wî berhemên xwe yên fikrî mîna hostekî bi helbestan xemilandiye û bi sedsalan bandorê li mirovahiyê kiriye.
 
Platon berhemên xwe bi awayên [[diyalog]]an nivisandiye. Di diyalogên wî de piranî [[Sokrates]] cih digre. Sokrates bi mirovan re ramanên wan nîqaş dike û bi vî awayî nakokiyên ramanên wan derdixe holê. Platon piranî ramanên xwe bi axaftinên Sokrates daxuyakiriye.